Êrişên li Filistînê “sûcên şer e” lê yên li Kurdistanê?

Şerê dawî ya Îsraîl-Hamasê careke din bû şahidê desteka partiyên çep ên Ewrûpayê ya ji bo Filistînê.

Lîdera Podemosê Ione Belarra, di daxuyaniya xwe ya derveyê adetî de bi zimanekî tund Îsraîlê sûcdar kir.

Şerê dawî ya Îsraîl-Hamasê careke din bû şahidê desteka partiyên çep ên Ewrûpayê ya ji bo Filistînê.

Partiya Podemos ku hêzeke sereke ya çepa Îspanyayê ye, bi daxuyaniyekê di heman meseleyê de derket pêş.

Lîdera partiyê Ione Belarra, di daxuyaniya xwe ya derveyê adetî de bi zimanekî tund Îsraîlê sûcdar kir.

Belarraya ku di heman demê de Wezîra Mafên Civakî û Ajandaya 2030’an a Îspanyayê ye, bi van gotinan dest bi daxuyaniya xwe kir:

Belarra got, “em wekî Podemos nikarin bi zilma gelê Filistînê re ku ji ber wê bi dehan salane êşê dikişîne eleqeder nebin” û wiha berdewam kir:

“Îro em dixwazin ji bo şermezarkirina jenosîda plankirî ya dewleta Îsraîlê ya li Şerîda Xezayê ku bi sed hezaran mirovan bê elektrîk, xurek û av hiştiye û bomberana wê dengê xwe bilind bikin. Ev kiryara ku li dijî gelê sivîl cezayeke kolektîf e û bi awayekî cidî hiqûqa navneteweyî binpê dike, sûc şer e.”

Lîdera Podemosê piştî van gotinan bang li hukumeta Îspanyayê kir, “sûcên şer ên Netanyahu li hemberê Filistîniyan kiriye bibe Dadgeha Sûc a Navneteweyî.”

Herwiha, Belarra bang li Yekitiya Ewrûpayê jî kir, di vê mijarê de ji Amerîkayê dûr tevbigere û li hemberê hukumeta rastgir a Îsraîlê ambargoyan ragihîne.

Podemos û Rojavayê Kurdistanê

Partiyê di salên dawî de car caran ji bo êrişên li dijî Rojava jî cara caran reaksiyon nîşan da.

Lêbelê, daxuyaniyên Podemosê tu carî negihîştin asta daxuyaniya lîdera partiyê Ione Belarrayê.

Podemos partiyeke çepgir a Îspanyayê ye ku di 2014’an de ji aliyê zanyarê beşa polîtîkayê Julio Iglesias ve hat damezrandin.

Partiyê di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê ya di heman salê de 8 ji % deng girt û bi vî awayî balê kişand ser xwe.

Podemosê wekî partiyên çepgir ên Îspanyayê di aloziya Îsraîl-Filistînê antî-emperyalîzmê referans digire û destekê dide Filistînê.

Partiyê di salên dawî de car caran ji bo êrişên li dijî Rojava jî cara caran reaksiyon nîşan da.

Bo nimûne, komeke wekîlên Podemosê di 2019’an de bi armanca balê bikişînin dagirkirina Rojava ya ji aliyê Tirkiyeyê nameyekê şandin Wezareta Karên Derve ya Îspanyayê.

Podemos di 2022’an de jî bi daxuyaniyekê ji Yekitiya Ewrûpa û Îspanyayê daxwaz kir, rê li ber dagirkirina Rojava bigire.

Lêbelê, daxuyaniyên Podemosê tu carî negihîştin asta daxuyaniya lîdera partiyê Ione Belarrayê.

Ji ber ku Belarra hem kiryarên Îsraîlê wekî “jenosîda plankirî” pênase kir û hem jî ji Îspanyayê xwest derbarê “sûcên şer” ên Îsraîlê de li Dadgeha Sûc a Navneteweyî doz veke.

Foto: Daxuyaniya ji bo Filistînê ya lîdera Podemosê Ione Belarra. /Twitter 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serdagirtina Stêrk TVyê di medyaya flaman de cî girt

De Standaard di du nûçeyên xwe de ligel agahîyên teze yên li ser mijarê de …