Nifûsa Katalonyayê bû 8 milyon

Nifûsa Katalonyayê gihîşt 8 milyonî.

Zêdebûna nifûsê wekî faktorekî pozîtîf a di riya pêşketina welêt de tê qebûlkirin.

Nifûsa Katalonyayê bi koçberiya ji derveyî welêt zêde dibe.

Nifûsa Katalonyayê gihîşt 8 milyonî.

Ev agahî ji aliyê Enstîtuya Îstatîstîkê ya Katalan hat ragihandin.

Tevî vê jî, nifûsa Katalonyayê sal bi sal pîr dibe.

Ev encam ji rêjeya zarokanînê ya dayikan tê bidestxistin.

Enstîtuya Katalan radigihîne, ev rêje serê her jinê di navbera 1.3 û 1.5’e.

Zêdebûna nifûsê wekî faktorekî pozîtîf a di riya pêşketina welêt de tê qebûlkirin.

Di sala 1987’an de nifûsa Katalonyayê gihîştibû 6 milyonî.

Bi vê re jî, hukumeta Katalan kampanyayeke medyayê ya bi navê ‘Som 6 milions’ (Em 6 milyon in) dabûn destpêkirin.

Di salên 1991 û 2022’an de rêjeya kesên ji Îspanyayê, ji welatên din û yên li Katalonyayê hatine dinyê. /Idescat 

Koçberiya ji derveyê Katalonyayê

Niha 1.6 milyon şêniyên Katalan ku 20 ji % nifûsê dike, li derveyî welêt hatine dinyayê.

Nifûsa Katalonyayê bi koçberiya ji Îspanyayê û ji derveyî Îspanyayê zêde dibe.

Niha 1.6 milyon şêniyên Katalan ku 20 ji % nifûsê dike, li derveyî welêt hatine dinyayê.

Ev jî dike yek ji pênc şêniyên hemû Katalonyayê.

Ji nîvê sedsala 20. heta salên 1990’an herî zêde koçberên ji herêmên din ên Îspanyayê li Katalonyayê bi cî dibûn.

Di 1991’an de 30 ji % nifûsa welêt ji herêmên din ên Îspanyayê bû.

Niha ev rêje bi riya koça ji derveyî Îspanyayê daketiye 15 ji % yê nifûsê.

Foto: Dîmenek ji Barselonayê /Caprabo.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …