Roja Neteweyî ya Galîsyayê hate pîrozkirin

Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê Roja Neteweyî hate pîrozkirin.

Bi hezaran welatparêzên ji çaraliyê Galîsyayê tevlî çalakiyê mezin a li paytexta Galîsyayê bûn.

Lê digel damezrandina Herêma Xweser a Galîsyayê, Îspanya heta 1984’an destûrê neda ev roj bê pîrozkirin.

Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê Roja Neteweyî hate pîrozkirin.

Çalakî bi pêşengiya Bloka Netewperest a Galîsyayê (BNG) hate lidarxistin.

Navenda pîrozbahiya Roja Neteweyî paytexta Galîsyayê Santiago de Compostela bû.

Bi hezaran welatparêzên ji çaraliyê Galîsyayê tevlî çalakiyê mezin a li paytexta Galîsyayê bûn.

Berdevka neteweyî ya BNG’ê Ana Ponton di di çalakiyê de axaftinekê kir.

Ponton di axaftinê de got, Galîsya neteweyeke û ji hukumeta herêmî daxwaz kir li gorî vê rastiyê tevbigere.

Partiya Komunîst a Komara Galîsyayê (PCRG) jî di heman rojê de di bin navê “Serxwebûn û Sosyalîzm” çalakiyeke din li dar xist.

Meşa alîgirên vê partiyê “Parastina axê xwe-parastin e” hate lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, li Galîsyayê hêza siyasî ya herî mezin a neteweyî BNG’ ye.

BNG di hilbijartina dawî ya Îspanyayê de dengê xwe bilind kiribû û ev jî pozîsyona partiyê ya li Galîsyayê xurtir kiribû.

Kurtedîroka Roja Galîsyayê

Roja Neteweyî ya Galîsyayê ku dîroka wê heta sala 1919’an diçe, her sal di 25’ê Tîrmehê de tê pîrozkirin.

Pîrozbahiyên ji bo vê rojê di dema dîktatoriya Franco de bi tundî hatibûn qedexekirin.

Êrişa polêsên Îspanyol a li dijî çalakiya Roja Neteweyî ya Galîsyayê ya 1984’an. Foto: Twitter

Roja Neteweyî ya Galîsyayê ku dîroka wê heta sala 1919’an diçe, her sal di 25’ê Tîrmehê de tê pîrozkirin.

Pîrozbahiyên ji bo vê rojê di dema dîktatoriya Franco de bi tundî hatibûn qedexekirin.

Bi proseya demokratîkbûna Îspanyayê ve netewperestên Galîsyayê careke din hewl dan vê rojê bi çalakiyan pîroz bikin.

Lê digel damezrandina Herêma Xweser a Galîsyayê, Îspanya heta 1984’an destûrê neda ev roj bê pîrozkirin.

Infowelat

Fotoyê bergê: Diariocastellanos.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …