Krîza li Îspanyayê bi hilbijartinê çareser nebû

A.Rahman Çelîk

Li Îspanyayê hilbijartin ji bo parlamento û senatoyê pêk hat.

Tu partî ji bo bikaribin hikûmetê ava bikin têra xwe deng nestendin.

Partiya Juntsê ya ku serxwebûna Katalonyayê diparêze, bû partiya herî girîng.

Ji bo avakirina hukumetê pêdivî bi desteka bê partiyê heye.

Li Îspanyayê hilbijartinên ji bo parlamento û senatoyê hatin li dar xistin.

Partiya Gel (PP) a rastgir a serkêşiya mixalefetê dike bû hêza siyasî ya yekemîn.

PP bi rêjeya 33 ji % dengan 136 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.

Partiya li ser kar Partiya Karkeran a Sosyalîst a Îspanyayê (PSOE) 31 ji % dengan wergirt û bû xwediyê 122 kursiyan.

Partiya rast a nîjadperest VOX 33 wekîl û partiya çepgir Sumar jî 31 wekîlan bi dest xistin.

Beriya hilbijartina dihat payîn Partiya Gel wê rêjeya dengên xwe zêde bike.

Lê digel vê encamê jî wê tu partiyekê nikare be bi tena serê xwe hukumetê ava bike.

Yek ji senaryoyan ev e, PP wê bi piştevaniya partiya rastgira tund, VOX’ê koalîsyonekê damezrîne.

Îhtîmaleke din jî ev e, hukumeta PSOE Sanchez wê hewl bide bi piştevaniya partiyên çepgir û Katalan temenê hukumeta xwe dirêj bike.

Li gorî parêzgehan encamên hilbijartinên Îspanyayê. Harîte: Wikipedia

Beriya hilbijartinê gelek kes fikaran dikirin ku wê VOX dengên xwe zêde bike û bibe partiya yekemîn.

Bi vî awayî, ji dema dîktatoriya Francisco Franco û vir ve îhtîmala hukumeteke partiyeke nîjadperest dihat rojevê.

Lêbelê ji ber ku VOX’ê li gorî hilbijartina 2019’an dengên xwe kêm kir, ev tirs pêk nehat.

Pozîsyona partiya Katalan

Li gorî aritmetîka parlamentoyê, Pedro Sanchez ji bo serokwezîriyê bidomîne pêdiviyê bi partiyên Sumar û Juntsê dibîne.

Junts partiyeke Katalan e û serxwebûna Katalonyayê daxwaz dike.

Yek jî lîderên partiyê Carles Puigdemontê ku niha li Belçîkayê dijî, beriya hilbijartinê dabû xuyakirin wê piştevaniyê nedin tu aliyan.

Lewma jî, nediyariya di warê avakirina hikûmeteke Îspanyol de niha didome.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …