Encamên hilbijartina parlamentoyên herêmî yên li Welatê Baskê.

Li Baskê serxwebûnxwaz bi ser ketin

Hilbijartinên 28’ê Gulanê li Welatê Baskê bi serkeftina partiyên netewperwer bi dawî bû.

EH-Bildu di hilbijartinên belediyeyan de li seranserê Welatê Baskê 1050 kursiyên meclîsên belediyeyan bi dest xist.

PNV di hilbijartinên belediyeyan de dengên xwe kêm kirin û bû xwediyê 981 kursiyên meclîsên bajaran.

Di hilbijartinên ji bo her sê parlamentoyên herêmî de jî partiyên serxwebûnxwaz careke din bi ser ketin.

Hilbijarinên 28’ê Gulanê li Welatê Baskê bi serkeftina partiyên netewperwer bi dawî bû.

Partiya PNV-EAJ û EH Bildu’ya serxwebûna welêt daxwaz dikin, piraniya belediyeyan û parlamentoyên herêmî bi dest xistin.

EH Bildu li seranserê Welatê Baskê 1050 kursiyên meclîsên belediyeyan bi dest xist.

Di hilbijartinên ji bo parlamentoyên herêmî de her du partiyên netewperest piraniya kursiyan bi dest xistin.

PNV di hilbijartinên belediyeyan de dengên xwe kêm kirin û bû xwediyê 981 kursiyên meclîsên bajaran.

Bi vê encamê, şaredariya Bilbao û Donostiayê careke din ket destên PNV’yê.

Lê belê EH Bildu li paytexta welêt Vitoria-Gazteizê PNV’ê têk bir û bû xwediyê şaredariya bajêr.

Ev partiya serxwebûnxwaz a çepgir cara ewil li vê bajarî hate ser kar û bi vê serkeftinê balê kişand ser xwe.

 Hilbijartinên ji bo parlamentoyên herêmî

Di hilbijartinên ji bo Juntas Generales de (Parlamentoyên Herêmî) jî partiyên serxwebûnxwaz careke din bi ser ketin.

PNV bi rêjeya 35 ji % dengan 350.000 deng wergirt û bû xwediyê Parlamentoyên Alava (bi Baskî Araba) û Bizkaiayê.

EH Bildu nêzîkî 300.000 dengan wergirt û bi 29 ji % dengan di Parlamentoya Gipuzkoayê de bû hêza siyasî ya yekemîn.

EH Bildu hejmara kursiyên xwe yên di vê parlemenê de 5 zêde kirin û 22 kursî bi dest xistin.

Ev partî li Navarrayê jî dengên xwe bilind kir û di hilbijartina ji bo paytext Pamplona/Iruñayê de namzetê wê dengê herî zêde wergirt.

Arnaldo Otegi hişyar kir

Arnaldo Otegi îdîa kir, PNV-EAJ’ê ji bo rêvebiriya EH-Bildu ya li Parlamenyoya Gipuzkoayê asteng bike, dixwaze bi PP (Partiya Gel) a Îspanyolîst hevkariyê bike.

Lîderê EH Bildu di hevpeyvîna xwe ya di radyoya Baskê de ligel analîza li ser serkeftina partiya xwe hişyariyekê jî kir.

Arnaldo Otegi kordînatorê EH-Bildu ye. Otegi lîderê Herri Batasunayê jî bû ku ji aliyê Îspanyayê ve hate girtin. Foto: Wikipedia

Otegi got, PNV-EAJ ji serkeftina partiya wî gelek aciz bûye ji bo pêşîgirtina EH Bildu’yê ketiye nava hewldanan.

Otegi îdîa kir, PNV-EAJ’ê ji bo rêvebiriya EH-Bildu ya li Parlamenyoya Gipuzkoayê asteng bike, dixwaze bi PP (Partiya Gel) a Îspanyolîst hevkariyê bike.

PP partiya herî mezin a netewperest a rastgir e ku li hemberê serxwebûna Katalonya û Welatê Baskê helwesteke tûnd nîşan dide.

PP partiya herî mezin a netewperest a rastgir e ku li hemberê serxwebûna Katalonya û Welatê Baskê helwesteke tûnd nîşan dide.

Herwiha lîderê Baskî diyar kir, bi riya hevkariya bi PP’ê re dixwaze li bajarên Vitoria-Gasteiz Pamplona/Iruñea û Durangoyê jî pêşiya EH-Bilduyê bike

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …