GRAF5323. BRUSELAS (BÉLGICA), 05/09/2023.- El eurodiputado de Jxcat Carles Puigdemont interviene en la conferencia inaugural de la jornada interparlamentaria de su formación para "dar información directa sobre el marco" que se propondrá a quien esté interesado en abrir negociaciones para la investidura, este martes en Bruselas (Bélgica). EFE/ Pablo Garrigos

Puigdemont: Referandûma serxwebûnê nas bikin

Puigdemont  duh bi daxuyaniyekê şertên xwe yên ji bo muzakereyên bi PSOE’yê re diyar kir.

Lîderê Katalan got, divê hemû dozên Îspanya li hemberê wî û serxwebûnxwazan daye destpêkirin, bê betalkirin.

Duyemîn şertê Puigdemont derbarê naskirina encamên referandûma serxwebûnê ya 2017’an bû.

Puigdemont di heman demê de ji Îspanyayê daxwaz kir, “zilma” xwe ya li ser Katalanî û çanda Katalan bidawî bike.

Îspanyaya di nava krîza siyasî de ye nîqaşên ji bo avakirina hukumeta berdewam dike.

PSOE (Partiya Sosyalîst a Karkeran a Îspanyayê) ku di hilbijartinê de bûbû partiya duyemîn, dixwaze bi koalîsyonekê  careke din were ser kar.

Ji ber ku dengên du partiyên çep têr nakin, pêdiviya PSOE’yê bi desteka partiyên Katalan û Bask heye.

Tê ragihandin, herî zêde desteka Partiya Junts ku serxwebûna Katalonyayê dixwaze, ji bo hukumetekê pêwîst e.

Lewma jî vê partiyê û lîderê wê yê berê Carles Puigdmont di demên dawî de herdem di rojeva Îspanyayê de ne.

Puigdemont ku di heman demê de serokê berê yê Katalonyayê bû, duh bi daxuyaniyekê şertên xwe yên ji bo muzakereyên bi PSOE’yê re diyar kir.

Puigdemont di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got, “em ji bo hilbijartinan amade ne lê em ji bo muzakereyên dikare peymaneke dîrokî jî bi xwe re bîne amade ne.”

Lîderê Katalan di daxuyaniya li Brukselê diyar kir, ji bo desteka partiya wî divê hemû dozên Îspanya li hemberê wî û serxwebûnxwazan daye destpêkirin, bê betalkirin.

Puigdemont da zanîn, Îspanya heta efûyekê ji bo wan ranegihîne ew ê dest bi hevdîtinên ji bo hukumetê nekin.

Duyemîn şertê Puigdmont derbarê naskirina encamên referandûma serxwebûnê ya 2017’an bû.

Referandûma navborî ji aliyê Destûra Bingehîn a Îspanyayê ve hatibû betalkirin û li hemberê pêşengên referandûmê zilmeke siyasî hatibû meşandin.

Şertê sêyemîn li ser helwesta Îspanyayê ya li hember ziman û çanda Katalan bû.

Serokê berê yê Katalan got, divê Îspanya “zilma” xwe ya li ser Katalanî û çanda Katalan bidawî bike.

Puigdemont penabereke polîtîk e

Carles Puigdemont piştî referandûma serxwebûna Katalonyayê neçar mabû terka welêt bike û ji Belçîkayê mafê penaberiyê daxwaz bike.

Puigdemontê ku niha wekîlê Parlamentoya Ewrûpayê, tevlî 2 nûnerên din ên Katalan 6 sal in li Belçîkayê dijî.

Carles Puigdemont piştî referandûma serxwebûna Katalonyayê neçar mabû terka welêt bike û ji Belçîkayê mafê penaberiyê daxwaz bike.

Di Cotmeha 2017’an de li Katalonyayê, bi awayekî yekalî referandûmeke serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Ji 42 ji % hilbijêrên Katalan tevlî referandûmê bûbûn û piraniya hilbijêran dengên xwe ji bo serxwebûnê bi kar anîbûn.

Piştî referandûmê, Îspanya li dijî lîderên Katalan operasyoneke berfireh meşandibû û li çend lîderan cezayên giran birîbû.

Puigdemontê ku niha wekîlê Parlamentoya Ewrûpayê ye, tevlî 2 nûnerên din ên Katalan 6 sal in li Belçîkayê dijî.

Foto: Carles Puigdemont /Jêder: Vilaweb

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …