Îspanya bi Katalonyayê re muzakere dike

Îspanya ji bo hukumetê ava bike bi Katalonyayê re muzakereyan dimeşîne.

Navenda hevdîtinên dawî paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin.

Îspanya ji bo hukumetê bi Katalanan re muzakereyê dike.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ji bo avakirina hukumetê bi siyaseta Katalan re muzakereyan dimeşîne.

Hevdîtinên di navbera her du aliyan de li paytexta Belçîka Brukselê tên li dar xistin.

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont aliyê Katalan temsîl dike.

Roja Yekşemê, sekteretêrê giştî yê Juntsê Jordi Turull jî ji bo tevlî proseyê bibe hat Brukselê.

Junts partiya serxwebûnxwaz a Katalan e ku berî niha Puigdemont serokatiyê wê dikir.

Lê piştî referandûma serwebûnê ya 2017’an, Puigdemont neçar mabû terka welêt bike.

Roja Înê, hevdîtinekê di navbera sekterê rêxistinbûnê yê PSOE (Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê) Santos Cerdan û Puigdemont de hatibû lidarxistin.

Piştî hevdîtinê Cerdan ragihandibû, hindik maye ew ji bo avakirina hukumetê bi Katalanan re li hev bikin.

PSOE û Sumar li hev kirin

Berî muzakereyên li Brukselê, lîderê PSOE Pedro Sanchez bi partiyeke din çepgir Sumar re peymaneke koalîsyonê îmze kiribû.

Berî muzakereyên li Brukselê, lîderê PSOE Pedro Sanchez bi partiyeke din çepgir Sumar re peymaneke koalîsyonê îmze kiribû.

Sanchez plan dike, hukumeta xwe ya nû di 27’ê Mijdarê de pêşkêşî Parlamentoya Îspanyayê bike.

Di vê rojê de wê ji bo hukumetê dengdan bê lidarxistin.

Beriya vê dengdanê, lîderê Îspanyol dixwaze Katalanan ji bo koalîsyonê qayil bike.

Katalan ji bo Puigdemont û çend siyasetvanên li sirgûnê ne efûyê daxwaz dikin.

Tê ragihandin, PSOE di hevdîtinên xwe yên bi ERC re ku partiyeke din a Katalan e, derxistina efûyê qebûl kiriye.

Foto: Dîmeneke ji hevdîtinên Brukselê. /Catalannews 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …