Encamên Lêgerînê ji bo: katalonya

Roja Neteweyî ya Katalan hate pîrozkirin

Roja neteweyî ya Katalonyayê (Onze de Setembre) bi beşdariya 800,000 kesî li Barselonayê hate pîrozkirin. Çar kortejên meşê, çar stûnên ku “nirxên sereke yên komara Katalan” –azadî, ziman, welat û serdestiyê- temsîl kirin. Roja neteweyî ya Katalonyayê (Onze de Setembre) bi beşdariyeke xurt li paytexta welêt Barselonayê hate pîrozkirin. Ji …

Bêtir »

Ji bo serxwebûna welatê xwe bûn yek

Li Katalonyayê Tifaqa Neteweyî ya Tevgera Sivîl a ji bo Serxwebûnê hate avakirin. Meclîsa Neteweyî ya Katalan, Omnium Cultural, Konseya Komarê, Komeleya Şaredariyên ji bo Serxwebûnê û Konfederasyona Sendîkayan CSC bûn endamên vê tifaqê. Platforma nû, ligel pêkanîna kordînasyona di navbera saziyên sivîl de, wê civakê ji bo serxwebûnê têxe …

Bêtir »

Puigdemont: Referandûma serxwebûnê nas bikin

Puigdemont  duh bi daxuyaniyekê şertên xwe yên ji bo muzakereyên bi PSOE’yê re diyar kir. Lîderê Katalan got, divê hemû dozên Îspanya li hemberê wî û serxwebûnxwazan daye destpêkirin, bê betalkirin. Duyemîn şertê Puigdemont derbarê naskirina encamên referandûma serxwebûnê ya 2017’an bû. Puigdemont di heman demê de ji Îspanyayê daxwaz …

Bêtir »

Rola Puigdemont a ji bo hukumeta Îspanyayê

Li Îspanyayê ji bo damezrandina hukumetê pêdiviya her du partiyên mezin bi koalîsyonê heye. Ev jî pêdiviya partiyên Îspanyol a bi partiyeke serxwebûnxwaz a Katalan Juntsê derdixe holê. Li Îspanyaya ku hilbijartineke giştî li dûv xwe hişt, hîn hukumet nehatiye damezrandin. Hejmara wekîlên her du partiyên mezin ên Îspanyayê nêzîkî …

Bêtir »

Partiyên herêmî bûn xwediyê 38 wekîlên Îspanyayê

Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanarya û hin herêmên din ên otonom 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê bi dest xistin. 37 ji wekîlên parlamentoyê ji lîsteyên serxwebûnxwaz, federalîst û otonomîxwaz hatin hilbijartin. Hilbijartinên giştî yên Îspanyayê îsal ji bo partiyên li herêmên xweser encamekî cihê bi xwe re anî. …

Bêtir »

Krîza li Îspanyayê bi hilbijartinê çareser nebû

A.Rahman Çelîk Li Îspanyayê hilbijartin ji bo parlamento û senatoyê pêk hat. Tu partî ji bo bikaribin hikûmetê ava bikin têra xwe deng nestendin. Partiya Juntsê ya ku serxwebûna Katalonyayê diparêze, bû partiya herî girîng. Ji bo avakirina hukumetê pêdivî bi desteka bê partiyê heye. Li Îspanyayê hilbijartinên ji bo …

Bêtir »

Li Baskê serxwebûnxwaz bi ser ketin

Hilbijartinên 28’ê Gulanê li Welatê Baskê bi serkeftina partiyên netewperwer bi dawî bû. EH-Bildu di hilbijartinên belediyeyan de li seranserê Welatê Baskê 1050 kursiyên meclîsên belediyeyan bi dest xist. PNV di hilbijartinên belediyeyan de dengên xwe kêm kirin û bû xwediyê 981 kursiyên meclîsên bajaran. Di hilbijartinên ji bo her …

Bêtir »

Le Monde: Komar rastî serhildana herêman tê

Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Ev gotar derbarê daxwazên desentralîzasyon, otonomî û serxwebûnê yên herêmên Fransayê de ye. Rojnameya Fransî Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Gotara ji aliyê Benoît Floc’h ve hate nivîsandin, bi …

Bêtir »

Fransa pêşiya belediyeyên Katalan girt

Dadgeha Îdarî ya Montpelierê duh biryara xwe ya doza belediyeyan eşkere kir. Dadgehê îhtiraza rêvebiriya parêzgeha Pyrenees-Orientalesê qebûl kir û rê li ber Katalanî girt. Di biryarê de hate ragihandin, belediyeyên mijara dozê bi riya bikaranîna Katalanî, xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê îhlal kirine. Fransa destûrê nade di …

Bêtir »

Oksîtanî bi midaxaleyeke hiqûqî hate parastin

Parlamentoya Katalonyayê qanûneke derbarê zimanê Newala Aranê de qebûl kir. Bi vê qanûnê, zimanê Oksîtanî wekî “zimanê perwerdeyê” ya Aranê hate naskirin. Şerê hiqûqî ya di meseleya ziman de ya di navbera Îspanya û Katalonyayê de berdewam dike. Vê carê eniya şer Newala Aran e ku devereke xweser a li Katalonyayê …

Bêtir »

Fransa naxwaze belediye bi Katalanî biaxivin

Duh li Fransayê Dadgeha Îdarî ya Montpelierê ji bo dozeke sosret rûnişt Doz ji ber giliyê Parêzgeha Pyrenees-Orientales a li başûrê Fransayê tê lidarxistin Parêzgeh îdîa dike, bikaranîna Katalanî ya di civînên meclîsên belediyeyan de li dijî Destûra Bingehîn e Fransa bi riya dadgehê dixwaze pêşî li bikaranîna katalanî ya …

Bêtir »

Katalan modela referandûma Quebecê nîqaş dikin

A.Rahman Çelîk Piştî şeş salan Katalonya dîsa dixwaze referandûmê pêk bîne. Hewldana hikûmeta Katalan a ji bo amadekirina çarçoveyeke hiqûqî ya referandûmê li Katalonyayê bû sebeba nîqaşan Carles Puigdemont hukumeta katalan bi desteka siyasî ya ji bo hukumeta Pedro Sanchez sûcdar kir Hikûmeta navendî da Îspanyayê ragihandin ew ê destûrê …

Bêtir »

Herêm daxwaza tevlîbûna biryaran dikin

RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên Xwedî Erkên Qanûnçêkirinê) li bajarê Bilbao ya Welatê Baskê civiyan. Beşdarên civîna ku di 22’yê Adarê de hate lidarxistin, Deklerasyona Bilbaoyê qebûl kirin. Di belgeyê de pêdiviya şopandina sîstema Yekitiya Ewrûpayê û derfeta tevlîbûna biryaran a herêm û welatên biçûk hate pêşniyazkirin. RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên …

Bêtir »