Sanchez û Puigdemont wê hevdîtinê bikin?

Partiya katalan Juntsê ragihand, Pedro Sanchez û Carles Puigdemont wê hevdîtinekê bikin.

Lêbelê berdevka hukumeta îspanyol got, “Haya wê ji vê hevdîtinê tune ye.”

Pedro Sanchez bi desteka partiya serxwebûnxwaz a Katalan Juntsê hukumetê damezrandibû.

Siyaset katalan diyar kir, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez û Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont wê hevdîtinekê bikin.

Ev agahî ji aliyê sekreterê giştî yê Juntsê Jordi Turull ve hat ragihandin.

Turull got, her du lîder rê û rêbazên “çareserkirina aloziyê” ya di navbera Îspanya û Katalonyayê de wêgotûbêj bikin.

Herwiha Turull da zanîn, ew ê hevdîtin bêyî navbeynkar û bi awayekî rasterast pêk were.

Turull derbarê hevdîtinê de wiha axivî:

“Di muzakereyan de biryar hat dayîn, ji ber pêdiviyê divê hevdîtin pêk were. Ev yek wê derbarê normalkirina têkiliyên de be ku piştî zilma siyasî ya bi dûv referandûma serxwebûnê ya 2017’an xera bûbûn.”

Hukumeta îspanyol zelal neaxîvî

Lêbelê piştî vê axaftinê, îcar berdevka hukumeta îspanyol Pilar Alegria daxuyaniyekê da.

Berdevka hukumetê wiha axivî:

“Haya min ji vê hevdîtinê tune ye. Niha ez bi tenê dikarim vê bêjim.”

Puigdmont û Sanchez du roj berê di civîna Yekitiya Ewrûpayê de rastî hev hatibûn û pirsa hev kiribûn.

Lê her du lîder ji bo civîneke taybet li hev rûneniştibûn.

Desteka katalan a ji bo Sanhez 

Pedro Sanchez bi desteka partiya serxwebûnxwaz a Katalan Juntsê hukumetê damezrandibû.

Sanchez di çarçoveya muzakereyên bi Juntsê re, efûya siyasî ya ji bo serxwebûnxwazên katalan pêşkêşî parlamentoyê kiribû.

Ev jî rastî reaksiyonên tund ên Partiyên rastgir  PP û Voxê hatibû.

Alîgirên herdu partiyan bi hefteyan li Madrîd û bajarên din ên Îspanyayê protestoyên mezin li dar xistibûn.

Infowelat

Foto: Sanhez û Puigdmeont/Larepublica.cat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Call for solidarity with Kurdish media

The police raided two important Kurdish TV channels, which have the mission to inform the …