Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye.
Kurtedîroka otonomîyê, erkên herêma otonom û polîtîkaya ziman hin ji sernivîsên di nava vê dosyeyê de ne.
Hejmara nîsanê ya Rêya Serxwebûnê hat weşandin.
Rêya Serxwebûnê weşaneke Infowelat e û piranî ji nûçe û gotarên malperê pêk tên.
Venasîna polîtîk û self-detemînasyon du mijarên sereke yên Rêya Serxwebûnê ye.
Serxwebûn, federalîzm, otonomî û modelên self-determînasyonê di bin van her du mijaran de cî digirin.
Di hejmarên berê yê Rêya Serxwebûnê de ligel gelek nivîsan, dosyeyên li ser Skotland, Tîrola Başûr, Greenland û bakurê Îrlandayê hatibûn weşandin.
Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye.
Kurtedîroka otonomîyê, erkên herêma otonom û polîtîkaya ziman hin ji sernivîsên di nava vê dosyeyê de ne.
Nivîsên di hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê de hatine weşandin ev in:
- Îspanya efûya katalanan qebûl kir
- Beza ji bo zimanê baskî
- Katalonya doza berhevkirina bacê kir
- Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir
- Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe
- Sofya di 1878an de hat rizgarkirin
- Şîlî bi Şerê Maipuyê serxwebûna xwe parast
- Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê