Îspanya efûya serxwebûnxwazan gotûbêj dike

Parlamentoya Îspanyayê  îro dest bi gotûbêja li ser qanûna efûya katalanan dike.

Ku ev qanûn bê qebûlkirin wê 300 katalanên serxwebûnxwaz bên efûkirin.

Parlamentoya Îspanyayê efûya serxwebûnxwazên katalan gotûbêj dike.

Hukumeta Sanchez wekî soz dabû, pêşniyaza efûyê çar hefte berê pêşkêşî parlamentoyê kiribû.

Wekîlên parlamentoya navendî îro dest bi gotûbêja li ser qanûna efûyê dikin.

Hukumeta Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) di parlamentoyê de xwedî piranîyê ye.

Lewma çav li rêye qanûna efûyê ji aliyê parlamentoyê ve bê qebûlkirin.

Beriya civîn dest pê bike serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez li ser mijarê axivî.

Sanchez got, pêşniyazqanûn wê “aştiya li Katalonyayê xurtir bike” û “guman û dijberiyan kêm bike.”

Bi dûv erêkirina parlamentoyê, qanûna efûyê wê biçe ber destên senatoyê.

Partiya Gel (PP) û Vox ku her du jî rastgir û îspanyolîst in, dikarin gotûbêja qanûnê di senatoyê de du meh dirêj bikin.

Dawiya dawî qanûn ji bo vekolînê wê biçe Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê.

Ku ev dadgeh qanûnê red neke wê efû têkeve meriyetê.

Çima PSOE qanûnê amade kir?

Pedro Sanchez ji bo careke din hukumetê ava bike, pêdiviyê bi desteka wekîlên bask û katalan dîtibû.

Partiya Junts a katalan ji bo destekê qanûna efûyê wekî şert dabû ber vê partiyê.

PSOE ji bo careke din hukumeta di bin serokwezîriya Pedro Sanchez de ava bike, pêdiviyê bi desteka wekîlên bask û katalan dîtibû.

Partiya Junts a katalan ji bo destekê qanûna efûyê wekî şert dabû ber vê partiyê.

Di hevdîtinên di navbera PSOE û katalanan yên li Brukselê herdu alî li hev kiribûn.

Di dawiya vê proseyê de, Pedro Sanchezê xwe spartibû desteka wekîlên katalan, hukumetê damezrandibû.

Kurtedemek piştî vê, hukumeta Sanchez “Qanûna Efûyê ya Organîk a ji bo Normalbûna Sazîbûnî, Siyasî û Civakî ya Katalonyayê pêşkêşî parlamentoyê kiribû.

Lêbelê alîgirên PP û Voxê reaksiyon nîşanî efûyê dabûn û li hember qanûna efûyê çalakiyên şîdetê li dar xistibûn

Hêjayî bibîrxistinê ye, serokê berê Carles Puigdemont jî tê de, 300 Katalanên serxwebûnxwaz wê bên efûkirin.

Infowelat

————————

Foto: Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez / Foto: Catalannews 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …