Amerîka Tarîfeyên Beramber ên li hemberî berhemên Hindistanê ji % 25an daxist ji % 18yan. Trump got, Hindistan qebûl kirîye ku petrola Rûsyayê nekire, baca li hemberî berhemên Amerîkayê daxe sifirê û di berdêla 500 milyar dolarî de enerjî, teknolojî û berhemên çandî ji Amerîkayê bikire.
Amerîka ji bo peymaneke din a bazirganîyê bi Hindistanê re li hev kir. Xebera lihevhatinê ji alîyê serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat ragiandin. Trump got, piştî axaftina telefonê ya bi serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî re wî bê biryarê daye.
Trump van di hesabê xwe yê medyay civakî de van agahîyan parve kirin:
Ji ber hevaltîya me û hurmeta min a ji bo serokwezîr Narendra Modî, li ser daxwaza wî ya em bi lez gav bavêjin, me li ser Peymana Bazirganîyê ya di navbera Amerîka û Hindistanê de li hev kir. Dewletên Yekbûyî wê Tarîfeyên Beramber ji % 25an daxe ji % 18yan.
Trump da zanîn, Hindistan qebûl kirîye ku petrola Rûsyayê nekire, baca li hemberî berhemên Amerîkayê daxe sifirê û di berdêla 500 milyar dolarî de enerjî, teknolojî û berhemên çandî ji Amerîkayê bikire.
Tarîfeyên berê yên li hemberî Hindistanê
Hindistan ji destpêka rêveberîya Trump a di ji sersala 2025an û vir ce rastî du rêzetarîfeyên Amerîkayê hatibû.
Trump di tîrmehê de baca li ser berhemên Hindistanê derxistibû ji % 25an.
Serokê amerîkî ji bo vê xerabûna balansa bazirganîyê ya di navbera her du welatan de wekî sebeb nîşan dabû.
Armanceke din a baca Amerîkayê pêşîgirtina kirîna gaza rûs ya ji alîyê Hindistanê bû.
Paşê, Trump di tebaxê de baceke din a îtxalatê ya bi qasî ji % 25an li ser hin berhemên ji Hindistanê xistibû merîyetê.
Bi vê encamê, bacên li hemberî berhemên Hindistanê derketibû ji % 50.
Foto: Alên Hindistan û Amerîkayê
Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat