Rêya Serxwebûnê dest bi weşanê kir

Rêya Serxwebûnê hat weşandin. Rêya Serxwebûnê weşaneke Infowelat e û ji nûçe û gotarên malperê pêk tên. Nivîsên vê bultenê piranî li ser meseleya serxwebûnê ye.

Rêya Serxwebûnê bi perspektîfa peydekirina enformasyonê ya ji bo kesên mil didin doza rizgarî û serxwebûna Kurdistanê wê weşana xwe bidomîne.

Hejmara 1. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin. Rêya Serxwebûnê weşaneke Infowelat e û ji nûçe û gotarên malperê pêk tên. Nivîsên vê bultenê piranî li ser meseleya serxwebûnê ye. Di vê çarçoveyê de, rojeva miletên cîhanê yên ji bo venasîna polîtîk û mafên neteweyî têkoşînê dikin mijarên Rêya Serxwebûnê ne.

Polîtîkaya weşanê ya vê bultenê bi hedefa berhevkirina agahiyên derbarê doza serxwebûn, federalîzm û otonomiyê ya li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Weşan hewld dide bibe platformeke enformasyonê ya derbarê çareserkirina meseleya neteweyî de.

Nivîsên di  hejmara yekemîn de cî girtin li ser Katalonya, Angola, Filistîn, Myanmar, Îndonezya, Meksîka, Kabîlya û Skotlandê de ne. Gotara li ser Skotlandê wekî dosyeyekê hatiye amadekirin û ji agahiyên li ser têkoşîna ji bo otonomî û serxwebûnê ya Skotlandê pêk tê.

Rêya Serxwebûnê bi perspektîfa peydekirina enformasyonê ya ji bo kesên mil didin doza rizgarî û serxwebûna Kurdistanê wê weşana xwe bidomîne.

Nivîsên hejmara 1. ev in:

  1. Puigdemont lîderekî serfiraz e
  2. Dîroka serxwebûna Angolayê
  3. Dewleta Filistînê
  4. Ji bo Amerîkayê can dan
  5. Marcos xatir xwest
  6. Gerîla li Myanmarê êriş kir
  7. Den Haagê riya serxwebûna Îndonezyayê vekir
  8. Şoreşa Meksîkayê di 1910’an de dest pê kir
  9. Bosnaya federal bi Peymana Daytonê hat damezrandin
  10. Têkoşêra amazîx di girtîgehê de ye
  11. Skotland û serxwebûn

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …