Namzetê Partîya Sosyalîst bû serokê Portûgalê

Antonio Jose Seguro di hilbijartina serokatîyê ya Portûgalê de bi ser ket. Namzeyê Partîya Sosyalîst (PS) ji % 66.7ê dengan girt.

Hilbijêrên Portûgalê ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê duh çûn ser sindoqan.

Antonio Jose Seguro bi rêjeya ji % 66.7an di hilbijartinê de bi ser ket .

Bi vê encamê, Seguro wê di dewsa  Marcelo Rebelo de Sousa de bibe serokê Portûgalê.

Seguro namzetê Partîya Sosyalîst (PS) a Portûgalê ye û xwe wekî çepgirekî maqûl nîşan dide.

Encamê hilbijartinê ne li gorî partîya rasta nîjadperst Chegayê bû.

Serokê vê partîyê Andree Ventura encax dikaribû ji % 33.3yê dengan bi dest bixe.

Di dema hilbijartinên Portûgalê de bahozeke mezin pêk hatibû û herî kêm 7 kes jîyana xwe ji dest dabûn.

Ji ber bahoz û bayê şid li 20 deveran hilbijartin ji bo hefteyekê hatibû taloqkirin.

Sîstema polîtîk a Portûgalê

Portûgal xwedî sîstemeke nîv-serokatiyê ye û erkên serok bi gelemperî sembolîk in.

Serokwezîr Portûgalê berpirsê karûbarê hikumetê ye.

Serokwezîr ji alîyê serokê welêt ve tê dîyarkirin.

Herwiha, biryara lidarxistina hilbijartinê ji alîyê serok ve tê dayîn.

Ji sala 1975’an û vir ve Partiya Sosyalîst û Partiya Sosyal Demokrat a li welêt hêzên siyasî yê serdest in.

—————————-

Nûçe ji Berwarnewsê hatîye girtin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakirhan: Em tirkî wekî zimanê xwe qebûl dikin

Bakirhan di bersivên xwe yên ji bo rojnameya Kemalîst re helwesta partîya netewperestên faşîst ên …