Puigdemont lîderekî bi tesîr ê Ewrûpayê ye

Carles Puigdemont ku serokê berê yê Katalonyayê bû, ket lîsteya lîderên herî bi tesîr ên Ewrûpayê.

Lîste her sal ji aliyê rojnameya dîjîtal Politico ve tê weşandin.

Rojnameya dîjîtal Politico lîsteya xwe ya salane ya mirovên herî bi tesîr ên Ewrûpayê weşand.

Carles Puigdemont ku serokê berê yê Katalonyayê bû, di vê lîsteyê de cî girt.

Rojnameyê, Puigdemont bi navê “Şoreşger” di nava lîsteyê de bi cî kir.

Di nûçeya li ser mijarê de hat ragihandin, “6 sal piştî lidarxistina referandûma îlegal a ji bo serxwebûnê, Carles Puigdemont pozîsyona diyarkirina hukumeta Îspanyayê û erdheja di nava siyaseta wê de bi dest xist.”

Agahiya derbarê Puigdemont de wiha berdewam kir:

Ev ne cara ewil bû Puigdemont hukumeta Îspanyayê diyar kir: Piştî lîderê Katalan ji bo hilweşandina hukumeta Mariano Rajoy hêza xwe bi partiyên serxwebûnxwaz re kir yek, Sanchez encax dikaribû bûbûna serokwezîr.

Politico ji ber serfiraziyên wî, Puigdemont wekî xwedî tesîra ji hêza xwe zêdetir pênase kir.

Tespîtên derbarê Puigdemont de bi van gotinan bi dawî bûn:

Ka em ê binêrin gelo ew ê bikaribe hêza xwe ji bo lidarxistina referandûma self-determînasyonê –vê carê bi destûra Madrîdê- ya Katalonyayê bi kar bîne an na.

Kî ye Carles Puigdemont?

Puigdemont lîdereke doza serxwebûna Katalonyayê ye ku wekî rojnamevan dest bi xebatên xwe kir. Paşê, wî di xebatên belediyeya Gironayê de cî girt û di 2011’an de bû şaredarê vî bajarî. Puigdemont di 2019’an de bû wekîlê Parlamentoya Ewrûpayê. Piştî peymana koalîsyona partiyên Katalan, Puigdemont di 2016-2017’an de bû serokê Katalonyayê.

Di dema li ser kar bû, referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. Ji ber zilma siyasî ya Îspanyayê Puigdemont neçar ma terka welêt bike. Puigdemont li Belçîkayê mafê penaberiyê bi dest xist û ji wir karûbarê siyasî meşand. Di cotmeha îsal de Puigdemont li ser navê Katalonyayê tevlî hevdîtinên bi partiya Pedro Sanchez PSOE re bû. Di berdêla efûya giştî ya ji bo serxwebûnxwazên Katalan, Puigdemont bi PSOE re li hev kir.

Infowelat

—————

Foto: Carles Puigemont / AnoiaDiari

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …