Malpera Berwarnewsê duh dest bi weşanê kir. Berwarnews xwe wekî “platformeke medyaya kurdî ya serbixwe” pênase dike.
Li medyaya kurdî malpereke din zêde dibe. Berwarnews duh bi banga di hesabê xwe yên medyaya civakî de dest bi weşanê kir. Berwarnews xwe wekî “platformeke medyaya kurdî ya serbixwe” pênase dike û ligel kurdî kategorîyeke bi îngilîzî ya malperê jî heye.
Di beşa “derbar” a malperê de li ser naveroka malperê vê agahîyê hatîye dayîn:
“Tu têkîliyên Berwar Newsê bi çi derdor an jî rêxistinên siyasî re tune ye. Em nûçe, analiz û dîtinên ku medyaya serdest a di bin tesîra giran a siyasî de, pirê caran wan paşguh dike, pêşkêş dikin.”
Têkoşîna li dijî asîmîlasyonê armanceke sereke ya Berwarnewsê ye û ev yek bi van gotinan hatîye îzehkirin:
“Wekî platforma medyayê ya zêdetirê bi kurdî weşanê dike, Berwar News rola rojnamegeriyê ya ku zimanê me diparêze, baş dizane. Herwiha, platforma me parçeyekî tevgera mezin e ku hewl dide ziman û nasnameya kurdî ji asimîlasyona ku roj bi roj zêdetir dibe, biparêze ye.”
Berwarnews di dawîya danasîna xwe de ji bo hevkarîyê bang li dilxwazên enternasyonalîst û kurdan dike:
“Em ê kêfxweş bibin ku rojnamegerên navneteweyî, nivîskar û kesên din bi me re hevkariyê bikin. Em bawer dikin ku bi hevkariya wan em ê xurttir bibin û hêsantir bigihîjin armancên xwe.”
Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat