4500 sal in xizmên hev in

Pêşiyên miletên îspanyol, portûgalî, katalan û bask yek in.

Di encama analîza DNAyê de eşkere bû, miletên Îberyayê herî kêm 4500 sal in xizmên hev in.

Pêşiyên miletên îspanyol, portûgalî, katalan û bask yek in.

Xizmantiya ev her çar miletên li Nîvgirava Îberyayê dijîn, bi lêkolînekê derket holê.

Di encama analîza DNAyê de eşkere bû, miletên Îberyayê herî kêm 4500 sal in xizmên hev in.

Ev lêkolîna balkêş ji aliyê du zanîngehên Katalonya û Welatê Bask ve hatin kirin.

Zanyarên her du zanîngehan li ser Kromozoma Y ya 3000 kesî vekolînê kirin.

Encama vê lêkolîna balkêş di malpera Eupediayê de hat weşandin.

Lêkolîn nîşan dide,  % 40ê niştecîhên li Îberyayê dijîn xwedî pêşiyekî hevpar in.

Asta pêşiyên hevpar bi rêjeya % 70 herî zêde li Welatê Baskê ye.

Navenda ewil Katalonya ye

Sebeba ka çima Katalonya navenda pêşiyên hevpar e, koça mirovan a di dema Serdema Bronzê de ye.

Koçberên ji Rojhilata Navîn, di vê demê de hatibûn başûrê Ewrûpayê û li peravên Derya Spî bi cî bûbûn.

Zanyar didin zanîn, pêşiyên hevpar ên çar miletên Îberyayê ewil ji bakurêrojhilatê giravê bi cî bûne.

Cografyaya ji aliyê lêkolênê ve tê pênasekirin, Katalonyaya îro ye.

Sebeba ka çima Katalonya navenda pêşiyên hevpar e, koça mirovan a di dema Serdema Bronzê de ye.

Serdema Bronzê BZ (Beriya Zayinê) di 3300an de dest pê kiribû û heta BZ 1200î dom kiribû.

Koçberên ji Rojhilata Navîn, di vê demê de hatibûn başûrê Ewrûpayê û li peravên Derya Spî bi cî bûbûn.

——————————-

Foto: Nexşeya hevpariya DNAyê ya Îberyayê/Eupedia

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …