Îspanya belgeya efûyê pêşkêşî parlamentoyê kir

Sosyalîstên Îspanyayê piştî peymana bi Katalanan re pêşniyazqanûna efûyê şandin parlamentoyê.

Belgeya bi navê “Qanûna Efûyê ya Organîk a ji bo Normalbûna Sazîbûnî, Siyasî û Civakî ya Katalonyayê ji 23 rûpelan pêk tê.

Eger ev belge bibe qanûn wê 300 Katalanên serxwebûnxwaz bên efûkirin.

Sosyalîstên Îspanyayê piştî peymana bi Katalanan re pêşniyazqanûna efûyê şandin parlamentoyê.

Belgeya efûya siyasî, duh ji aliyê Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) pêşkêşî parlamentoyê hat kirin.

Partiyê ragihand, “pêşniyazqanûna efûyê di riya normalbûna siyasî û civakî ya Katalonyayê de gaveke pir mezin e.”

Belgeya bi navê “Qanûna Efûyê ya Organîk a ji bo Normalbûna Sazîbûnî, Siyasî û Civakî ya Katalonyayê ji 23 rûpelan pêk tê.

Çav li rê ye, belgeya efûyê bi qasî mehekê di rojeva Parlamentoya Îspanyayê de bimîne.

Belge wê di heman demê de ji bo lênerînê wê biçe ber destê Senatoya Îspanyayê jî.

Partiya Gel (PP) a rastgir ku di Senatoyê de xwedî piraniyê ye, dikare bi derengî belgeyê bişîne Parlamentoyê.

Lêbelê dengên heyî yên PSOE, Sumar, partiyên ji Welatê Baskê û Katalonyayê têrî qebûlkirina pêşniyazqanûnê dikin.

Tevî vê jî, ji bo qanûn têkeve meriyetê divê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê bê erêkirin.

Tê texmînkirin proseya erêkirina dadgehê wê çend mehan dom bike.

300 Katalanên serxwebûnxwaz

Hêjayî bibîrxistinê ye, serokwezîr Pedro Sanchez ji bo bikaribe hukumetê pêdiviyê bi desteka partiya Katalan Juntsê dibîne.

Her du alî di hevdîtinên li Belçîkayê ji bo avakirina hukumetê li hev kiribûn.

Junts di berdêla efûya siyasî de desteka xwe ya ji bo hukumeta Sanchez ragihandibû.

Bi pêşniyazqanûna niha li ber destê parlamentoyê ye wê 300 Katalanên serxwebûnxwaz bên efûkirin.

Di nava wan de serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont jî heye.

Infowelat

Foto: Belgeya efûya siyasî ji aliyê Wezîrê Serokatiyê Felix Bolanos Garcia ve pêşkêşî parlamentoyê hat kirin. /Twitter

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …