Erdogan û Mitsotakis peymaneke hevkariyê îmze kirin

Tirkiye û Yûnanistanê li paytexta Tirkiyê Enqereyê Konseya Hevkariyê ya Asta Bilind li dar xistin.

Rayedarên Payebilind û Wezîrên herdu hikûmetan beşdar bûn.

Li pêyî civîna konseyê, Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ji bo hevkariya Tirkiye û Yûnanistanê xurt bikin peymanek îmze kirin.

Armanca peymanê wekî têkîliyên herdu welatan bi îstikrar bikin û hevkariya di navbera xwe de berfireh bikin hat ragihandin. Mijarên wekî, halxweşiya aborî, guherîna çandî, hevkariya zanyariyê û pêşdebirina koordînasyona di navbera wezaretên karên derve di peymanê de cî digirin.

Dema Tayyib Erdogan û Kyriakos Mitsotakis hevdîtin pêk anîn, 10 wezîrên Yûnanistanê jî di odeyên nêz de, bi hevkarên xwe yên Tirkiyê re hevdîtin kirin.

Tayyib Erdogan dema li ser peymanê axivî, Kyriakos Mitsotakis wekî dostê xwe bi lêv kir, pê re jî got: “Meseleyên di navbera me de çareser dibin, lazim e em kanalên diyaloga di navbera xwe de vekirî bihêlin.”

Serokomarê Tirkiyê pê re jî hêviya xwe ya azadiya olî û îmkanên perwerdehiya ji bo kêmara Tirk a li Rojhilatê Trakyayê ji Mitsotakis re anî ziman.

Serokwezîrê Yûnanistanê destnîşan kir ku ew di çarçoveya Peymana Lozanê de nêzî mijara kêmaran dibin. Pê re jî got wan li ser hin mijaran li hev nekirine, li herêmê hin mijar û pirsgirêkên dijwar hene. Divê herdu welat bi hev re ji bo îstikrara herêmê hewl bidin.

Nûçe ji Berwarnews hatîye girtin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakirhan: Em tirkî wekî zimanê xwe qebûl dikin

Bakirhan di bersivên xwe yên ji bo rojnameya Kemalîst re helwesta partîya netewperestên faşîst ên …