Firotina pirtûkên bi katalanî zêde dibe

Îsal pirtûkên bi katalanî 12 ji % zêde hatine firotan.

Firotina pirtûkên bi katalanî Ii seransera Katalonyayê ji 120 milyon euroyî derbas kiriye.

Firotina pirtûkên bi zimanê katalanî di 2023’an de zêde bûn.

Agahiya li ser vê mijarê ji aliyê Saziya Weşangerên Katalonyayê Gremi d’Editors de Catalunya ve hat ragihandin.

Serokê saziyê Patrici Tixis bi daxuyaniya detayên derbarê weşangeriya Katalan parve kirin.

Tixis got, pirtûkên bi katalanî 12 ji % zêde hatine firotan.

Di nava vê rêjeyê de pirtûkên ji bo perwerdeyê cî nagirin.

Kesên bi Katalanî dixwînin herî zêde pirtûkên zarokan, yên ciwanan û yên qerfê daxwaz kirine.

120 milyon euro pirtûk

Serokê Saziya Weşangerên Katalonyayê da zanîn, 93 ji % vê firotanê ji pirtûkên li ser kaxizê tên çapkirin, pêk tê.

Di bazara pirtûkên bi katalanî de ciyê pirtûkên dîjîtal 7 ji % ye.

Firotina pirtûkên bi katalanî Ii seransera Katalonyayê ji 120 milyon euroyî derbas kiriye.

Serokê Saziya Weşangerên Katalonyayê da zanîn, 93 ji % vê firotanê ji pirtûkên li ser kaxizê tên çapkirin, pêk tê.

Di bazara pirtûkên bi katalanî de ciyê pirtûkên dîjîtal 7 ji % ye.

Pirtûkên bi deng bi tenê 2 ji % yê pirtûkên dîjîtal pêk tînin.

Pirtûk li ku hatin firotan?

Agahiyeke balkêş ê derbarê firotina pirtûkên bi Katalanî de derbarê ciyê firotina pirtûkan e.

Tixis ragihand, 40 ji % pirtûkan li pirtûkfiroşên lokal ên nêzîkî taxên welatiyan hatine firotan.

Tixis ji bo danberhevê got, heman rêje li Ewrûpa 30 ji % û li welatên Anllo-Sakson 10 ji % ye.

Infowelat

Foto: Çend pirtûkên bi katalanî /Medyaya Sosyal

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …