Bakirhan: Em tirkî wekî zimanê xwe qebûl dikin

Bakirhan di bersivên xwe yên ji bo rojnameya Kemalîst re helwesta partîya netewperestên faşîst ên tirk MHPê wekî “wêrek” pênase kir. Lîderê DEM Partîyê got, “em nîqaşa herêmeke xweser nakin” û “tirkî wekî zimanê xwe dibînin.”

Rojnameya Nefesê ku li Tirkîyeyê weşanê dike bi hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan re hevpeyvînekê kir.  Di hevpeyvînê de rojnamevan Memduh Bayraktaroglû derbarê proseya di navbera Ocalan û rêveberîya Tirkîyeyê tê weşandin, pirsan kir. Bakirhan di bersivên xwe de wekî berê desteka xwe ji bo “proseyê” ya di navbera Îmralî-Enqereyê de tê meşandin, dûbare kir.

Bakirhan di bersivên xwe yên ji bo rojnameya Kemalîst re helwesta partîya netewperestên faşîst ên tirk MHPê wekî “wêrek” pênase kir. Serokê partîyê Dewlet Bahçelî ku di heman demê de hevparê hikumeta koalîsyonê ye, di 2024an de bang li Ocalan kiribû dawî li PKKê bîne û li ser vê bingehê Tirkîye li hemberê cîhanê xurt bibe.

DEM Partî û lîderê PKKê Abdulah Ocalan bersivên erênî dabûn Bahçelî û prose bi hevdîtinên bi Ocalan re gihîştibû qonaxa îro. Ocalan sibata 2025an de bi daxuyanîyekê bersiv dabû projeya dewletê ya ji bo têkûzkirina Tirkîyeyê û di bin banga Aştî û Civaka Demokratîk de banga fesixkirina PKKê kiribû. Ocalan di tîrmeha 2025an de jî bi bangeke bi vîdyoyê ragihandibû ku biryara berdana çekan “bi lezgînî werin pratîzekirin.”

Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan jî di hevpeyvîna xwe de heman xeta polîtîk a lîderê PKKê parast û got, ew eynî wekî destpêkê xwedîyê gotina xwe ne. Di dawîya hevpeyvînê de Bakirhan dibêbe  “divê vê proseya ku pêdivîya herî bingehîn a welêt û gel e, teqez divê bigihîje encamekê. Di hevpeyvînê de alîyên giring ên derketin pêş wiha bûn:

  • Lîderê damezrînerê partîya netewperestê tirk cara ewil bi helwesteke ku jiberan xera dike nêzîkî meseleyê dibe. Qîmet û giringîya wê bi gotinan nikare bê terîfkirin. Li hemberî Ocalan muxatabeke ku ew 40 sal in lê digere û nikare bibîne heye. Ev muxatabî bi rêya îradeya birêz Erdogan û nêzîktêdayînên birêz Bahçelî yên jiberan xera dike pêk tê damezrandin.
  • Em naxwazin Tirkîyeyê parçe bikin lê demokrasîyê xurt bikin. Em nîqaşa “herêma xweser” jî nakin. Daxwaza me demokrasîya xurt î lokal, welatîbûna wekhev û jîyana hevpar a di nava garantîya hiqûqî de ye.
  • Em dibêjin bila “bila gotina etnîk tune be (di destûra bingehîn de), bila welatîbûna Tirkîyeyê ku herkes di nava wê de ye hebe.” Bi pênaseya welatîbûnê ya di warê etnîk de notr herkes wê zêdetir xwe bi destûra bingehîn, jîyana hevpar û nirxên hevpar ên vî welatî ve girêdayî hest bike.
  • Zimanê fermî tirkî ye, em tirkî wekî zimanê xwe dibînin. Ev tu carî ne meseleyeke nîqaşê ye. Ti meseleya me ya bi fermîbûna tirkî re û wekî statuya wê ya hevpar re tune ye. Elbet ji bo ragihandin standard bibe zimanekî hevpar pêwîst e.

Foto: Tuncer Bakirhan 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump: Berjewendîparêzîya di bin maskeya aştîxwazîyê de

Elîsar Şêxo Geşedanên dawî careke din nîşan didin, sîstema cîhanê ya di bin serdestîya lîderên …