Statuya ziman nas bikin!

Platforma Perquè ji bo parastina zimanan banga guherandina xala 2. a Destûra Bingehîn li Fransayê kir.

Endamên platformê roja Çarşemê tevlî civîna Koma Ziman û Çandên Herêmî ya Parlamentoya Fransayê bûn.

Platforma Perquè ji bo parastina zimanan banga guherandina Destûra Bingehîn li Fransayê kir.

Endamên platformê roja Çarşemê tevlî civîna Koma Ziman û Çandên Herêmî ya Parlamentoya Fransayê bûn.

Platforma ku saziyên ziman di bin banê xwe de tîne cem hev ji Fransayê xwest, statuya zimanan nas bike.

Endamên platformê pêşniyaz kirin, xala 2. a Destûra Bingehîn ku Fransî wekî zimanê Komarê pênase dike, bê guherandin.

Hin dadgehên Fransî ji bo biryarên xwe yên li hemberê zimanên hatine marjînalkirin, xala navborî bi kar anîbûn.

Dadgeha Îdarî ya li Montpelierê di biryara xwe de bikaranîna Katalanî ya di civînên meclîsên belediyeyan yên li Bakurê Katalonyayê qedexe kiribû.

Herwiha, xala 2. pêşî li bikaranîna zimanên Korsîka û Martiniqueê ya parlamentoyên wan girtibû.

Endamên platformê diyar kirin “em gihîştine wê encamê, em ê nikaribin bi ser bikevin heta ku zimanên me bi tevahî neyên naskirin.

Qanûna Molac û Perwerde

Hat ragihandin, tevî ku qanûn destûrê dide “perwerdeya zimanên herêmî li pêşdibistan û dibistanên seretayî”, Wezareta Perwerdehiyê saetên dersan kêm dike.

Platforma ziman balê kişand ser Qanûna Molac jî ku tê de qala “parastina zimanên herêmî” tê kirin.

Hat ragihandin, tevî ku qanûn destûrê dide “perwerdeya zimanên herêmî li pêşdibistan û dibistanên seretayî”, Wezareta Perwerdehiyê saetên dersan kêm dike.

Qanûna navborî ji aliyê parlamenterê Breton Paul Molac ve hatibû amadekirin û di 2021’an de di Parlamentoya Fransayê hatibû qebûlkirin.

Ji bilî perwerdeyê, platforma ziman daxwaza xwe ya ji bo bikaranîna ziman di qadên radyo-televîzyon û dîjîtalê de jî îfade kirin.

Macron hat rexnekirin

Serokê Fransî di axaftina xwe ya li Villers-Cotterêtsê gotibû, ew dixwaze “zimanên herêmî baştir bên fêrkirin, parastin û di qada gelemperî de bibin xwedî hebûnekê.”

Parazvanên ziman di dawiya civînê de serokê Fransayê Emanuel Macron jî rexne kirin.

Endamên platormê diyar kirin, tevî axaftina wî ya di dema vekirina Bajarê Zimanê Fransî ya Villers-Cotterêtsê de, Macron ji bo perwerdeya zimanên hatine marjînalkirin gav navêje.

Serokê Fransî di axaftina xwe ya li Villers-Cotterêtsê gotibû, ew dixwaze “zimanên herêmî baştir bên fêrkirin, parastin û di qada gelemperî de bibin xwedî hebûnekê.”

Infowelat

————————

Foto: Civîna platforma ziman a li Parlamentoya Fransayê /Jêder: Malpera Perquè

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …