Hewzeya Çemê Rhonê ku ji av û rûbarên diçin ser vî çemî pêk tê, wekî sînorên Kantona Valaisê tê qebûlkirin. Newala Çemê Rhonê, Alpên Pennine û Alpên Berne ku du rêzeçiyayên herî mezin ên kantonê pêk tînin, ji hev vediqetîne. Sebeba ka çima navê Vallais li kantonê hatîye kirin, hebûna vê newalê ye. Romayî di destpêkê de navê Vallis Pœnina li vê herêmê kirine û di sedsala 5an de vî navî veguherandine Pagus Vallensis.
Profîl
Nifûs: 371.000
Rûzemîn: 5224.64 km²
Paytext: Sion
Zimanên fermî: Fransî-Almanî
Kengî tevlî Swîsreyê bû?: 1815
Kesên xwedî cot-erkan bûn (prens-metran) hêza xwe ya polîtîk heta şoreşa 1798an domandin. Di vê salê de Vallais jî wekî gelek kantonên li Swîsreyê bû parçeya Komara Helwetîk a ji alîyê Napolyon ve hat damezrandin. Napolyon di 1802an de li Komara Valaisê ya esrbixwe ragihand û wê wekî Parêzgeha Simplonê tevlî Fransayê kir. Piştî têkçûna Napolyon a ji alîyê koalîsyona ewrûpî, Vallais di 1815an de tevlî Swîsreyê bû.
Demografi û ziman
Valais kantoneke duzimanî ye ku Swîsreya Romand û ya cermen digihîjine hev. Fransî zimanê ji % 66.8ê nifûsê ye û ji ber vê realîteyê, Valais wekî parçeyeke Swîsreya Romand tê qebûlkirin. Almanî zimanê ji % 23,5ê nifûsê ye û loma jî tevlî fransî zimanê fermî yê kantonê ye. Cografyaya kantonê bandorê li pêkhatina sînorên zimanî yên navxweyî (fransî û almanî) kirine. Bas-Valais (Waleya Jêr) û Valais-Central (Valeya Navîn) ji sedan salan û vir ve bûye wargeha frankoprevençal ku bi paşê ciyê xwe ji fransî re hiştî ye. Li aliyekî din, almanî bûye zimanê herêma çiyayî ya jê re Haut-Valais/Oberwallis (Valaisa Jor) tê gotin.
Sînorên zimanî ya di navbera her du civakên ziman de hîn jî hema hema wekî berê ye. Di nava şênîyên li rojhilatê kantonê de almanîya alemanîk ku zaravekeke Almanîya Bilind e, tê axaftin. Fransîya standard zimanê rojavayê kantonê ye ku ji herêmên Bas-Valaisê û Valais-Centralê pêk tê. Zaravaya Valesienne a zimanê franko-provençal li hin deverên kantonê bi berxwe dide. Valesienne zimanê rojane ya şênîyên wê ku piranî temenê wan li derdora 50î ye, tevlî vê jî, heman zarava zimanê dayîkê ya hin zarokan e. Zimannas di wê didin zanîn, franko-provençal piştî Herêma Xweser a Aostayê ya li Îtalyayê, herî zêde li Kantona Valaisê tê axaftin.

Piştî her du zimanên sereke, portûgalî wekî li gelek kantonên din zimanê sêyemîn ê Valaisê ye. Ji % 8 yê civakê bi zimanê portûgalî diaxivin. Îtalyanî ku yek ji zimanê fermî yê Swîsreyê ye, zimanê ji % 4.4ê nifûsa Valaisê ye. Îngilîzî bi rêjeya ji % 4.2 di rêza bi dûv îtalyanî de cî digire. Lêkolînên fermî yên li ser ziman nîşan didin, zimanê sereke ya 52,000 niştecîyên kantonê ne zimanên fermî yên kantonê ye. Ev girseya mezin ji penaber û koçberan pêk tê ku ji derveyî Swîsreyê hatine. Nîvê ji vê girseyê bi zimanên fermî yên kantonê nizane.
Aborî
Cografyaya çiyayî ya Vallaisê destûrê nedaye endustrî û çandinî li kantonê zêde pêş bikeve. Çiyayên Alpan ên li her alîyê kantonê belav bûne, ji bo xurtbûna sektora tûrîzmê bûne derfeteke mezin. Navendên geştîyarê û bi taybetî navendên sporên zivistanê bingeha aborîya kantonê pêk tînin. Li çaralîyê kantonê ji 120 deverên geşta zivistan û havînê hene.
Endustrî ji % 25ê hilberîna aborîyê ya kantonê pêk tîne û ji 20,000 hezarî kes li vê sektorê dixebitin. Kîmya, derman, elektronîk û mîkroteknîk qadên hilberînê yên endustrîyê ne. Bîyoteknolojî yek ji sektoreke herî pêşketî ya kantonê ye. Duyemîn navenda zanistên bîo yên Swîsreyê li Valaisê ye. Hebûna alûmînyûmê destûrê daye endustrîya alûmînyûmê li kantonê xurt bibe. Navenda herî mezin a lêkolîn û hilberîna alûmînyûmê ya Swîsreyê li Vallaisê ye.
Enerjî yek ji sektora herî mezin a Kantona Valaisê ye. Li ser gelek çemên kantonê bendavên elektrîkê hatine avakirin. Kanton hilberîna zêde elektrîkê nikare tevahî bi kar bîne û loma jî qismek ji vêya dide kantonên din dike. Ji % 28ê elektrîka swîsreyê ya ji bendavan tê bidestxistin, ji Valaisê tê.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya (HNN) Kantona Valaiseê bi qasî 21.8 mîlyar frank e. Ev jî Valaisê di nava 26 kantonan de dixe rêza 12an HNNya serê her kesekî jî 61,387 frank e ku di Valaisê di nava kantonan de dadixe rêza 25an.
Gelek şîrketên navneteweyî ofîs û kargehên xwe li Kantona Valaisê vedikin. Alcan, Lonza û Novartis ku şîrketên mezin ên navneteweyî ne, li kantonê xebatê dikin. Bi taybetî, bacên kantonê ji bo şîrketên biçûk û yên navîn kêm e û ev jî şîrketan teşwîq dike da ku navendên xwe bînin vê kantonê. Di 3 salên dawî de li derdora 120 şîrket navendên xwe anîne Kantona Vallaisê.

Erkên kantonê
Erkên polîtîk ên kanton di destên Parlamentoya Vallaisê (Grand Conseil/Grosser Rat) de ye. Parlamento ji 130 endaman pêk tê ku ji çar salan carekê tên hilbjartin. Hikumeta kantonê Conseil d’État/Staatsrat ji alîyê parlamentoyê ve tê hilbijartin û ji pênc endaman pêk tê. Welatîyên Kantona Valaisê di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de ji alîyê 8 parlamentetan ve tên temsîlkirin. Her wiha, kanton du wekîlan dişîne Konseya Neteweyî ku rola senatoyê pêk tîne.
Bingeha hiqûqî ya sazîyên polîtîk ên kantonê Destûra Bingehîn a Valaisê ye. Kanton ji bo reforma Destûra Bingehîn di 2018an de ket nava proseyeke amadekarîyê di heman salê de reforma nû bi dengdanekê hat qebûlkirin. Parlamentoya Valaisê ku çend meh piştî vê dengdanê hat nûkirin, proseya amadekirina Destûra Bingehîn da destpêkirin.
Reforma hat amadekirin di dengdana 2024an de bi rêjeya 70 ji % zêdetir hat redkirin. Bi reforma nû mafên kesên biyanî yên li kantonê di asta beledîyeyan de dihatin berfirehkirin. Ji ber ku reform derbas bû, Destûra Bingehîn a 1907an hîn jî bingeha hiqûqî ya Valaisê ye.
Li seranserê Kantona Valaisê 122 şaredarî hene ku di bin 13 navçeyên îdarî de hatine birêxistinkirin. Bajarvanî, xîzmetên civakî, binesazî, jîngeh, bacên lokal û perwerdehî erkên sereke yên meclîsên beledîyeyan e. Her wiha, di çarçoveya ewlekarîya xwecîhî de erka rêveberîya polîsan jî di destên meclîsên beledîyeyan de ye.
Dadwerî ligel qanûnçêkirin û rêveberîya polîtîk erkeke din a sereke ya kantonê ye. Erka dadwerîyê di her astî de di navbera dadgehan de hatîye parvekirin. Dadgeha Kantonê ya li paytext Sionê di hiyerarşîya dadwerîyê de ya herî bilind e. Dozên sivîl û cezayî, qanûnên ewlehîya civakî û qanûnên îdarî erkên vê dadgehê ne.
Ji bilî dadgeha bilind, li 9 navçeyên kantonê Kantona Navçeyê hene. Ev dadgeh dikarin di dozên sîvîl û cezayî de biryarê bidin. Her wiha, dadgehên di asta beledîyeyan de hatine avakirin dikare di dozên biçûk de biryarê bidin.
Partîyên navend û rastgir di qada polîtîk a Kantona Valaisê e serdest in. Partîya herî mezin a kantonê Le Centre ye ku demeke dirêj e li herêmên gundewar ê katolîk serdest e. UDC (Navenda Demokratîk a Navendê) hêza duyemîn e. Partî xwedî îdeolojîyeke rastgir a radîkal e û bi tundî li hember mafên penaberan helwest nîşan dide. Herçî, PS (Partîya Sosyalîst) ye, li vê kantonê hêza polîtîk a sêyemîn e. PLR (Partîya Lîberal-Radîkal) partîya çaremîn mezin a Vallaisê ye û bingeha wê ya civakî li Valaisa Jêr e ku bi fransî diaxive.
Amadekar: Necat Ayaz-Fatoş Demirtaş
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat