Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir.

Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê.

Çavkaniyên nêzîkî hukumetê radigihînin, ji qanûna efûyê wê 400 serxwebûnxwazên katalan sûdê werbigirin.

Saziya sivîl a katalan Omnium diyar dike, hejmara kesên wê ji qanûnê sûdê werbigirin li derdora 1,500 ye.

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir.

Pêşnûmaya ev çend meh in nîqaş li ser tê kirin, duh hat rojeva parlamentoyê.

Di dengdanê de pêşnûma bi dengên PSOE (Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê), hevparê wê yê koalîsyonê Sumar û partiyên katalan, bask û galîsî hat qebûlkirin.

178 wekîl di lehê pêşnûmayê de û 172 wekîl jî li dijî wê dengên xwe bi kar anîn.

Partiyên rastgir û mihefazakar di eniya li dijî peşnûmayê de bûn yek.

Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê.

Piranîya senatoyê di destên Partiya rastgir PP (Partiya Gel) de ye.

Bawerî ev e, vê partiyê ji bo pêşnûma bi lez nebe qanûn wê prosedûra li senatoyê giran bike.

Lê dawîya dawî senato di çarçoveya peywirên xwe de neçare pêşnûmayê bişîne parlamentoyê.

Pêşnûmaya efûyê wê bi erêkirina dawî ya parlamentoyê têkeve merîyetê.

Çavkaniyên nêzîkî hukumetê radigihînin, ji qanûna efûyê wê 400 serxwebûnxwazên katalan sûdê werbigirin.

Saziya sivîl a katalan Omnium diyar dike, hejmara kesên wê ji qanûnê sûdê werbigirin li derdora 1,500 ye.

Hevdîtinên Îspanya-Katalonyayê

Di hilbijartina dawî ya Îspanyayê de PSOEya di bin serokatîya Pedro Sanchez de bi ser ketibû.

PSOE di berdêla vê destekê de amadekirina qanûneke efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kiribû.

Hikumeta herêmî ya Katalonyayê bi serokatiya Carles Puîgdemont di sala 2017an de referandûmeke serxwebûnê li dar xistibû.

Îspanya bi zilma siyasî bersivê dabû referandûmê û gelek ji pêşengên vê proseyê ceza kiribû.

Carles Puidemont terka welêt kiribû û ji Belçîkayê daxwaza mafê penaberîyê kiribû.

Paşê, di hilbijartina dawî ya Îspanyayê de PSOEya di bin serokatîya Pedro Sanchez de bi ser ketibû.

Ji ber arîtmetîka parlamentoyê, Sanchez ji bo avakirina hukumetê bi partîya katalan Juntsê re li hev kiribû.

PSOE di berdêla vê destekê de amadekirina qanûneke efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kiribû.

Infowelat

————————————

Foto: Ala Îspanyayê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Call for solidarity with Kurdish media

The police raided two important Kurdish TV channels, which have the mission to inform the …