Pedro Sanchez dîsa bû serokê Îspanyayê

Lîderê Sosyalîst Pedro Sanchez careke din bû serokwezîrê Îspanyayê

Sanchez bi partiya çepgir Sumarê re hukumeta koalîsyonê ava kir.

Partiyên Katalan, Bask û Galîsyayê ji bo hukumeta çep dengê xwe bi kar anîn

Hevkariya bi Katalanan re deriyên serokwezîriyê careke din ji Sosyalîstên Îspanyayê re vekir.

Parlamentoya Îspanyayê, serokweziriya lîderê Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) Pedro Sanchez vekir.

Ji bo dengê baweriyê di parlamentoyê de dengdan hat lidarxistin.

179 ji 350 wekîlan dengên xwe dan hukumeta PSOE û Sumarê.

Bi vî awayî, hukumeta koalîsyonê ya her du partiyan hat damezrandin.

Her heft wekîlên partiya Katalan Juntsê dengên xwe ji bo hukumeta Sanchez bi kar anîn.

Hilbijijartina Îspanyayê di Gulana 2023’an de hatibû lidarxistin.

Digel ku partiya rastgir PP dengê herî zêde wergirtibû, desteka piraniya parlamentoyê bi dest nexistibû.

Lewma ji bo avakirina hukumetê serokwezîrê Îspanyayê û lîderê PSOE’yê ketibû nava tevgerê.

Sanchez ji bo hukumeta nê pêdivî bi desteka partiyên Bask, Galîsya û Katalanan dîtibû.

Muzakereyên li Brukselê

Katalan vê mijarê veguherandibûn firsenda muzakereyên bi Îspanyayê re.

PSOE ji bo wergirtina desteka heft wekîlên partiya serxwebûnxwaz Juntê, li Brukselê bi Carles Puigdemont re bazareke siyasî meşandibû.

Puigdemont ku serokê berê yê Katalonyayê bû, ji bo desteka partiya xwe efûya siyasî wekî şert danîbû pêşiya PSOE’yê.

Her du alî, di encama hevdîtinan de li hev kiribûn û roja Duşemê pêşniyazqanûna efûyê hatibû rojeva parlamentoyê.

Alîgirên partiyên rastgir ên Îspanyayê PP û Vox li dijî efûya serxwebûnxwazên Katalan protestoyên mezin li dar xistibûn.

Infowelat

Foto: Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez /Twitter 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …