Rastgirên Îspanyol terka kolanan nakin

Li Îspanyayê dijberên peymana bi Katalonyayê re çalakiyên li dijî Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) çalakî li dar dixin.

Hukumetê ragihand, li dora 80,000 kes tevlî protestoya li paytext Madrîdê bûn e.

Îspanya çend rojên dawî ne bi protestoyên mezin li nava hev dikeve.

Dijberên peymana bi Katalonyayê re rojane çalakiyên li dijî Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) çalakî li dar dixin.

Di çalakiyên di bin pêşengiya partiyên rastgir Partiya Gel (PP) û Voxê pêk tên, efûya siyasî ya ji bo Katalanên serxwebûnxwaz tê protestokirin.

Roja Yekşemê, çalakiyên li Madrîdê dest pê kirin belavî hemû herêmên otonom ên welêt bûn.

Alîgirên partiyên rastgir ê nîjadperest li hemû paytextên herêmên xweser daketin qadan.

Hukumetê ragihand, li dora 80,000 kes tevlî protestoya li paytext Madrîdê bûn e.

Serokê partiya rasta tund a nîjadperest Voxê Alberto Nunez Feijoo, di axaftina xwe ya li Madrîdê got, “Em ê di vî şerî de bi ser bikevin.”

Feijoo ji bilî van gotinên xwe yên hişk, banga greveke giştî ya li hemû aliyan welêt kir.

Lîderê Sosyalîst Pedro Sanchez radigihîne, efûya ku bûye sebeba protestoyan feydeya wê ji Îspanyayê re heye.

Sanchez paş ve gav navêje

Partiya Sanchez PSOE di hevdîtinên hefteya borî yên Brukselê de bi serokê berê yê Katalan Carles Puigdemont re li hev kiribû.

Sanchez got, efûya siyasî wê bibe sebeb Katalonya aram bibe.

Partiya Sanchez PSOE di hevdîtinên hefteya borî yên Brukselê de bi serokê berê yê Katalan Carles Puigdemont re li hev kiribû.

Li gorî peymanê, di berdêla efûkirina Puigdemont û 300 Katalanên serxwebûnxwaz, wê partiya Junts destekê bide avakirina hukumeta nû ya Sanchez.

Junts partiyeke serxwebûnxwaz a Katalan e ku di Parlamentoya Îspanyayê de xwedî 7 wekîlan e.

Lêbelê digel vê hejmara kêm jî, Pedro Sanchez ji bo hukumetê ava bike pêdivî bi Juntsê dibîne.

Infowelat

Foto: Dîmeneke ji protestoyên li dijî Sanchez. /Twitter

About infowelat.com

Li vê jî binêre

Henry Kissinger wefat kir

Dîplomatê navdar ê Amerîkî Henry Kissinger wefat kir. Kissinger di dema karê xwe yê wekî …