Peymana bi Katalanan re Îspanyayê tevlîhev kir

Peymana partiya sosyalîst PSOE ya bi Katalanan re Îspanyayê tevlîhev kir.

Navenda Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyol (PSOE) a li Madrîdê careke din rastî êrîşî hat.

Peymana partiya sosyalîst PSOE ya bi Katalanan re Îspanyayê tevlîhev kir.

Li ser banga partiyên rastgir û nîjadperest, li paytext Madrîdê protestoyên mezin hatin lidarxistin.

Hin ji çalakî veguherîn bûyerê şîdetê û navenda Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyol (PSOE) careke din rastî êrîşî hat.

7,000 endam û sempatîzanên PP (Partiya Gel) ûp VOX’ê tevlî çalakiya dawî bûn.

Hat ragihandin, hin ji çalakgeran êrişî navenda partiya serokwezîr Pedro Sanchez kirin, endamên komên Neo-Nazî bûn e.

Di aloziya duh êvarê de 30 polês birîndar bûn û 6 kes hatin destgîr kirin.

Gelek ji çalakgeran wekî sembola yekitiyê, alên Îspanyayê bilind kirin û hin ji wan heqaretê li Pedro Sanchez kirin.

Herçî Sanchez bû, wî di daxuyaniya xwe de protestoyan bi peyva “paşverû” pênase kir û wiha axivî:

“Êrişa li dijî navendên partiya sosyalîst êrişa li dijî dmeokrasiyê ye.”

PSOE û Junt li hev kiribûn

Pedro Sanchezê lîderê PSOE’yê dixwaze bi riya desteka wekîlên Katalan hukumetê ava bike.

Hevdîtinên di navbera her du aliyan ên li Brukselê duh bi peymanekê bi encam bûbû.

Hêjayî gotinê ye, Pedro Sanchezê lîderê PSOE’yê dixwaze bi riya desteka wekîlên Katalan hukumetê ava bike.

Hevdîtinên di navbera her du aliyan ên li Brukselê duh bi peymanekê bi encam bûbû.

Li gorî peymanê, di berdêla efûya siyasî ya ji bo sîyasetvanên Katalan wê Junts destekê bidana hukumeta PSOE’yê.

PP û VOX li hemberê efûya siyasî bertekên tund nîşan dabûn.

Her du partî bi tundî li dijî refeandûma serxwebûna Katalonyayê û efûkirina siyasetvanên Katalan in.

Infowelat

Foto: Dîmena çalakiya li Madrîdê /Twitter

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …