Ziman

Oksîtan polîtîkayên perwerdeyê yên Fransayê protesto kirin

Bajarê Touluse/Tolosa ya li başûrê Fransayê ji xwepêşandanek li dijî polîtîkaya perwerdeyê ya Parîsê hat li dar xistin re malovaniyê kir. Qasî 5000 beşdarên xwepêşandana ku di 17’yê Sibatê de hat lidarxistin de qedexekirina zimanê oksîtanî ya di qada perwerdeya fermi de protesto kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Herêmî ya …

Bêtir »

Rojhilatiyan xwestin kurdî bibe zimanê perwerdeyê

“Li Îranê  zimanê kurdî, tirkî, erebî, belûcî û tirkmenî weke zimanên dayikê tên zanîn. Lê li Îranê sîstemek yekzimanî didin avakirin û bi vê sîstemê re dixwazin tevahî ziman û neteweyên din tune bikin. Bi derxistina aloziya di nava neteweyan de vê yekê hîn baştir bi cih tînin.” 10 rêxistinên …

Bêtir »

Ferhenga Paşnavên Ermen a  C.K Garabed tê weşandin

Ferhenga Paşnavên Ermen a ji aliyê C.K.Garabed hatibû amadekirin wê di demeke nêzîk de li ser înternetê bê weşandin. Bi armanca danasîna ferhengê wê li New Yorkê bernameyekê bê lidarxistin û  di bernameyê de C.K. Garabed bi navê “Di Navekî de Çi Heye? Etîmolojiya Paşnavên Ermen” semînerekê pêşkêş bike. Projeya …

Bêtir »

Lêkolînerekî Kurd ferhenga navên giyanan a Kurdî amade kir

Lêkolîner û nivîskarekî bakûrê Kurdistanê bi navê Ehmedê Dirihî bi xebateke 14 salan de ferhenga Navên Nebatan a Kurdî amade kir. Di ferhengê de navên bi hezaran nebatên li Kurdistanê bi Kurdî-Tirkî û Latînî hatine nivîsandin. Nivîskarê FerhengêEhmedê Dirihî dibêje; bi hezaran navên nabatan ên Kurdî ji aliye lêkolînerên biyanî …

Bêtir »

Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê hat weşandin

Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike. Wergereke hêja ya bi navê Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê: Di Siyaseta Afrîkî de Siyaseta Zimên …

Bêtir »

Cornwallî dixwazin bi televîzyonê zimanê xwe vejînin

Li Brîtanyayê zimanekî di xetereyê de ji bo ji nava civakê winda nebe di ber xwe dide. Kornîşî (kernewek) di dîrokê de zimanê herêma Cornwallê (Kernow) a li başûrêrojavayê Brîtanyayê bûye. Di demên dawiyê de parazvanên vî zimanî ji ziman vejînin plan û projeyan amade dikin. Yek ji van hewldanan damezrandina …

Bêtir »

Kampên axaftina ziman li Galîsyayê vebûn

Galîsya herêmeke Îspanya’yê û warê zimanê galîsî ye. Di çend salên dawî de rêvebiriya herêmê bernameya dînamîzekirina ziman dimeşîne. Rêvebiriyê dixwaze bi vê bernameyê alîkariya nifşên nû bike ku ew hêsantir bi zimanê galîsî biaxivin. Bernameya di navbera 26’ê Tîrmeh û 13’yê Tebaxê de li 15 kampên li seranserê Galîsyayê …

Bêtir »

Rûsya perwerdeya zimanên kêmar bi sînor dike

Rûsya welatekî mezin a xwedî dewlemendiya etnîk û zimanî ye. Li vî welatê herî mezin ê cîhanê 111 ziman tê axaftin. Mixabin piraniya van zimanan ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanên rastî xetereyê hatine tên nîşandayîn. Digel pêdiviya parastina van zimanên kêm tên bikaranîn, Rûsya di nava hewldanên neyênî yên …

Bêtir »