Marok perwerdeya Amazîxî pêş de dibe

Marok plan dike heta sala 2030’an hejmara zarokên perwerdeya zimanê Amazîxî werdigirin bike 4 milyonî.

Ji bo ev hedef pêk were wê li welêt 12,000 navendên perwerdeyê bên vekirin.

Niha li Marokê 330,000 xwendekar dersa zimanê Amazîxî werdigirin.

Marok dixwaze perwerdeya bi zimanê Amazîxê pêş ve bibe.

Dewlet plan dike, heta sala 2030’an hejmara zarokên perwerdeya vî zimanî dibînin derxe asteke gelekî bilind.

Niha li Marokê 330,000 xwendekar dersa zimanê Amazîxî werdigirin.

Detayên derbarê plansaziya dewletê de ji aliyê Wezîrê Perwerdeyê Şekîb Benmûsa ve hate ragihandin.

Benmûsa got, hukumet dixwaze hejmara xwendekarên perwerdeya Amazîxî werdigirin derxe 4 milyonî.

Ji bo ev hedef pêk were wê li welêt 12,000 navendên perwerdeyê bên vekirin.

Herwiha, bi hezaran mamosteyên zimanên Amazîxî wê bên perwerdekirin.

Wezareta Perwerdeyê plan dike, bi van amadekariyan heta sala 2025-2026’an li 50 ji % dibistanan perwerdeya Amazîxî pêk were.

Di 2011’an de bû fermî

Marok di 2003’an de biryar da Amazîxî li dibistanên seretayî bikeve nava mifredatê.

Ji bo fermîbûn di pratîkê de pêk were, Marok di 2019’an de qanûneke din a ziman qebûl kir.

Amazîxî ji 2011’an û vir li Marokê xwedî statuya fermî.

Ev yek bi riya berxwedana miletê Amazîx ji bo mafên ziman pêk hat.

Beriya fermîbûnê, Marok di 2003’an de biryar da Amazîxî li dibistanên seretayî bikeve nava mifredatê.

Ji bo fermîbûn di pratîkê de pêk were, Marok di 2019’an de qanûneke din a ziman qebûl kir.

Bi vê qanûnê zimanê Amazîxî di rêvebiriyê û di qadên din ên gelemperî de bû fermî.

Vekirina pêşiya perwerdeya ziman, rê li ber bikaranîna alfabeya Tîfînag a Amazîxan vekir.

Cîranê Marokê Cezayir jî di 2002’an de zimanê Amazîxî wekî zimanê “neteweyî” qebûl kir û di 2016’an de jî Tamazix kir zimanê fermî yê welêt.

Belavbûna cografî ya diyalektên (zarava) Amazîx ên li Marokê. Harîte: Wikipedia

Miletê Amazîx

Amazîx miletekî bakurê Afrîkayê ye ku herî zêde li Marok û Cezayirê dijî.

Marok îdîa dike 28 ji % nifûsa welêt ji Amazîxan pêk tê.

Lêbelê rêxistinên Amazîx vê qebûl nakin û didin zanîn nifûsa wan 65-70 ji % yê hemû nifûsa vî welatî ye.

Ev ev agahî rast be, nifûsa Amazîxan a li Marokê herî kêm 20 milyon e.

——————-

Foto: Wezîrê Perwerdeyê yê Marokê Şekîb Benmûsa. Foto: Hespress/rojnameyeke dijîtala bi Fransî ya Marokê.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …