Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?

Ji sala 2007 û heta dawiya 2022’yan bi temamî 3295 pirtûkên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) li Bakur û Tirkiyeyê derketine.

Di van 15 salan de herî zêde sala 2021’ê pirtûk derketine ku wê salê gihîştiye 377 pirtûkî.

Ji sala 1990’î ve heta niha hejmara pirtûkên ku li Bakur û Tirkiyeyê derketine digihîje 3695 hebî. Yanê nagihîje 4 hezar hebî.

Em ê di vê nûçeyê de lîsteyeke teqez a pirtûkên bi kurdî yên 15 salên dawî derketine pêşkêş bikin. Pêre jî emê lîsteyeke pirtûkên bi kurdî yên 30 salên dawî, lîsteyeke giştî derxin pêş. Berî vê ev ji ku derket?

10 roj berê şêwirmendê Selahattin Demîrtaş Zinar Karavîl li min geriya, got, “Berî min dane te, gotine encax ew dizane” û du pirs kirin, “Yek, li Tirkiyeyê çend heb pirtûkên kurdî têne firotin, didu, di 10 salên dawî de çend pirtûk derketine?”

Ji bo pirsa yekem min got îstatîstîkek wisa nîn e, lê tiştên giştî hene. Ya diduyan jî min got ez her sal lîsteyê saz dikim, bikeve Diyarnameyê, sal bi sal tuyê lîsteyê bibînî, te nedît, bigere ezê ji te re derxim.

Sal bi sal min lîste amade kiribû, lê sal bi sal min not negirtibû, nedabûn serhev ku di 10 salan de çend derketine. Paşê di twitterê de weşanger û pirtûkfiroş Bawer Berşev pirsa “Çend pirtûkên kurdî?” derketine kiribû û paşê ji Diyarnameyê hatibû pirsîn ku çend pirtûk derketine. Piştî min ev pirsa wan jî dît, min got ez li ser bixebitim.

Lîsteya pirtûkan ên di navbera 2007-2022’an de hatine weşandin. /Jêder: Diyarname

Ji 2007’an heta 2022’an

Ez ketim arşîvê, sal bi sal lê geriyam û min not derxistin. Ji sala 2007’an ve (wê salê ligel Dawud Rêbiwar me amade kiribû) ez her sal lîsteyê bi hezar zehmetiyan amade dikim. Û encam: Ji sala 2007 û heta dawiya 2022’yan bi temamî 3295 pirtûkên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) li Bakur û Tirkiyeyê derketine. (1) Ji bo sal bi sal hejmarê jî li tabloyê binêrin. Di van 15 salan de herî zêde sala 2021’ê pirtûk derketine ku wê salê gihîştiye 377 pirtûkî.

Yên Latînî ketine lîsteyê

Li Bakur kêm be jî bi tîpên erebî jî pirtûk çap bûne lê me yên latînî amade kiribûn. Ev hemû pirtûkên bi latînî ne û piraniya wan hemû bi hejmara yekemîn derketine. Di salên dawî de pirtûkên berê li weşanxaneyeke din derketibin ez naxim lîsteyê, loma dibêjim hejmara yekemîn. Belkî pêdivî pê hebe ku mirov yek bi yek bi çi cureyî ne jî li ser bixebite, lê jêre ked û demek dirêj divê.

Pirtûkên berî 2007’an

Berî 2007’an çend pirtûk derketine? Bersiva vê pirsê zehmet e. Lê bi rehetî ez dikarim ku hejmara salên 90’î cuda ye, hejmara salên 2000’î cuda ye.

Niha em ji belgefîlmê “Rewşen”ê (2) hin agahiyan bidin: “Roja 12’yê avrêla 1991’ê li Tirkiyeyê zagona bi hejmara 2932’yan diguhere û ev yek rê li ber ‘weşanên ji bilî tirkî’ vedike. Bi vê re kurd jî dest bi derxistina weşanan dikin. Ji bilî rojname û kovaran, pirtûkan jî çap dikin. Heta sala 2000’î her sal encax 10 pirtûkên kurdî derketine. Di sala 2002’yan 10 nivîskarên kurd yekemîn pirtûkên wan derketine.”

Ger em vê agahiyê wekî agahiyeke giştî hesab bikin û bijmêrin ji sala 1990’î heta 2000’î encax 100 pirtûkên bi kurdî derketine. Û em sala 2000’î heta dawiya 2006’an jî wekî agahiyeke her sal 50 pirtûkî bihesibînin jî 6 salan de encax em xwe digihînin 300 pirtûkî. Û encam: Ji sala 1990’î ve heta niha hejmara pirtûkên ku li Bakur û Tirkiyeyê derketine digihîje 3695 hebî. Yanê nagihîje 4 hezar hebî.

Çîroka weşangeriya kurdî ya 30 salan bi vî rengî ye.

Jêrenot:

1-Wekî her sal min gotiye, kêmasiya lîsteyê herî zêde îhtîmal e sedî pênc be.

2- Rewşen / Belgefîlm / Derhêner Cemil Oguz / Sala kişandinê 2011 / 44 deqe

———————–

Ev gotara ji aliyê Cemil Oguz ve hatiye nivîsandin,  cara ewil di Diyarnameyê de hatiye weşandin.

Fotoya bergê: Ozgur Politika

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …