Oksîtanî bi midaxaleyeke hiqûqî hate parastin

Parlamentoya Katalonyayê qanûneke derbarê zimanê Newala Aranê de qebûl kir.

Bi vê qanûnê, zimanê Oksîtanî wekî “zimanê perwerdeyê” ya Aranê hate naskirin.

Şerê hiqûqî ya di meseleya ziman de ya di navbera Îspanya û Katalonyayê de berdewam dike.

Vê carê eniya şer Newala Aran e ku devereke xweser a li Katalonyayê ye.

Parlamentoya Katalonyayê qanûnekê derbarê zimanê vê deverê de qebûl kir.

Bi vê qanûnê, zimanê Oksîtanî wekî “zimanê perwerdeyê” ya Aranê hate naskirin.

Beriya niha, Oksîtanî di qanûnê de bi peyvên “zimanê hevbeş” hatibû pênasekirin.

Bi pênaseya “zimanê perwerdeyê”, Katalonya xwest pêşiya midaxaleya hiqûqî ya Îspanyayê bigire.

Îspanya di 2015’an de biryar dabû, divê li Katalonyayê ji 25 ji % zimanê perwerdeyê bi Îspanyolî be.

Hukumeta Katalan îhtirazê li vê biryarê kiribû û ji bo betalkirina wê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê dabû.

Lêbelê dadgeha Îspanyol di biryara xwe ya 2021’an de di lehê hukumeta Madrîdê de biryarê dabû.

Helwesta hukumeta Madrîdê û Dadgeha Destûra Bingehîn, li Katalonya û Newala Aranê rastî reaksiyonan hatibû.

Îspanya di 2015’an de biryar dabû, divê li Katalonyayê ji 25 ji % zimanê perwerdeyê bi Îspanyolî be.

Konseya Giştî ya Newala Aranê di civîna xwe ya par de ligel hukumeta Katalan ciyê xwe girtibû û midaxaleya Îspanyayê red kiribû.

Konseya ji Îspanyayê daxwaz kiribû, hurmetê ji fermîbûna zimanê Oksîtanî y li Aranê nîşan bide.

Piştî vê, Parlamantoya Katalonyayê ketibû nava hewldanan û di 2022’an de pêşniyazqanûneke ziman amade kiribû.

Ev pêşniyazqanûn çarşema borî di parlamentoyê de bi 104 dengên partiyên Katalan ve hate qebûlkirin.

Bi riya vê qanûnê, zimanê Oksîtanî careke din dibe zimanê normal ê Newala Aranê.

Herwiha çarçoveya hiqûqî ya nû zimanê vê deverê ji midaxaleyên Îspanyayê diparêze.

Ku der e Newala Aranê?

Katalonya di 1990’an de Konseya Giştî ya Newala Aranê damezrand û bi vî awayî careke din xweseriya herêmê naskir.

Newala Aranê herêmeke çiyayî ya li bakurêrojavayê Katalonyayê ye ku firehbûna wê 633 km2 ye.

Nifûsa herêmê li derdora 10,000 ye û piranî vê nifûsê bi zimanê Oksîtanî diaxivin.

Newala Aranê devereke biçûk a di navbera Katalonya û Fransayê de ye.

Herêm di sedsala 13’emîn de ketibû destê Qralîyeta Aragonê ku katalan di rêvebiriyê de serdest bûn.

Lê di 1834’an de Qralîyeta Îspanyayê bi awayekî yekalî dawî li hebûna xweser Aranê û mafên wê yên dîrokî anî.

Katalonya di 1990’an de Konseya Giştî ya Newala Aranê damezrand û bi vî awayî careke din xweseriya herêmê naskir.

Erkên di destên Konseyê de tenduristî, xizmetên civakî, çandinî, tûrîzm û parastina xwezayê ye.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …