Katalonya lêkolîna li ser ziman weşand

Sekreteriya Polîtîkaya Ziman a Katalonyayê agahiyên li ser rewşa sosyolîngûîstîk a ziman weşand.

Ev dane di derbarê 947 bajar, bajarok û navendên din ên li Katalonyayê ne ku xwedî belediye ne.

Agahiyên sosyolîngûîstîk ên li ser zimanê Katalanî êdî bi riya malperekê dikare bê peydekirin.

Daneyên sosyolîngûîstîk ên derbarê rewşa ziman de ji lêkolînên sala 2021’an pêk tê.

Ev dane di derbarê 947 bajar, bajarok û navendên din ên li Katalonyayê ne ku xwedî belediye ne.

Sekreteriya Polîtîkaya Ziman a Katalonyayê, agahiyên li ser vê mijarê di malpera llengua.gencat.cat/catala947 de bi cî kiriye.

Di malperê de rewşa ziman a belediyeyên Katalan hem li gorî navê belediyeyê, hem jî di bin banê navçe û herêman de dikare bên bidestxistin.

Ji bilî agahiyên zanîna ziman, agahiyên demografîk, hejmara kesên kursên Katalanî yên Konsorsîyûma Normalîzasyona Ziman û Parla.cat dişopînin jî cî digirin.

Herwiha agahiyên hejmara dildarên di xebatên parastina ziman de cî digirin li gorî her belediyeyê hatine pêşkêşkirin.

Daneyeke nû ya di malperê de derbarê hebûna Katalanî ya di sektora aboriyê de ye.

Ev agahî di encama lêkolîna Ofercatê de ya li seranserê Katalonyayê hatiye kirin, derketiye holê.

Agahiyên derbarê rewşa ziman ên lokal de destûrê dide rewşa her belediyeyê bi rewşa neteweyî re bê miqayesekirin.

Di heman malperê de agahiyên sosyolîngûîstîk ên zimanê Oksîtanê ya li Newala Aranê tê axaftin jî cî digirin.

Hemû dane bi alavên dîtbarî yên wekî grafîk û harîteyan hatine amadekirin û analîzkirin.

Katalonya û Welatê Bask ji her çend salan carekê li ser rewşa ziman lêkolînên berfireh li dar dixin.

Ev xebat ji aliyê hukumetên otonom ên her du welatan ve tên fînansekirin.

Polîtîkaya ziman 

Hêjayî gotinê ye, Katalonya û Welatê Bask ji her çend salan carekê li ser rewşa ziman lêkolînên berfireh li dar dixin.

Ev xebat ji aliyê hukumetên otonom ên her du welatan ve tên fînansekirin.

Piştî weşandina daneyan rêvebirî, saziyên sivîl û parazvanên ziman rewşa dawî gotûbêj dikin.

Di encama vê proseyê de ji aliyê hukumetên Bask û Katalan ve polîtîkayeke ziman tê amadekirin.

———————-

Harîte: Katalonya / Diari de la llengua

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …