Nûnera Greenlandê axaftina bi Denmarkî red kir

Wekîleke Greenlandê di rûniştina Parlamentoya Denmarkê de bi zimanê Inuitî axivî.

Nûnera Greenlandê daxwaza wergera Denmarkî ya naveroka axaftina xwe red kir.

Ev jî bû sebeba nerazîbûna hin wekîlên di Parlamentoya Denmarkê de.

Parlamentereke Greenlandê ya di Parlamentoya Denmarkê de bi zimanê Inuitî axaftina xwe kir.

Aki-Matilda Høegh-Dam di rûniştina hefteya borî de heft deqe bi zimanê Inuitî axivî.

Paşê, wekîla Greenlandê Høegh-Dam daxwaza wergera Denmarkî ya naveroka axaftina xwe red kir.

Ev jî bû sebeba nerazîbûna hin wekîlên di Parlamentoya Denmarkê (Folketing) de.

Piştî bidawîbûna rûniştinê, wekîla Greenlandê derbarê helwesta xwe de axivî û got “Ez fam nakim çima axaftina zimanekî ku li Greenlandê fermî tê qebûlkirin ewqas xerab e?”

Høegh-Dam axaftina xwe wiha dom kir:

Êdî em natirsin bi zimanê xwe biaxivin. Derfeta ji bo pêşketinê derketiye holê û di vê riyê de gava duyemîn wê dewleteke serbixwe be.

Aki-Matilda Høegh-Dam yek ji du wekîlan e ku Greenlandê di Parlamentoya Denmarkê de temsîl dike.

Wekîla Greenlandî di hilbijartinên 2019’an de ket Parlamentoya Denmarkê.

Aki-Matilda Høegh-Dam dema hate hilbijartin 22 salî bû û bi vê temenê xwe endama herî ciwan a Parlamentoya Denmarkê bû.

Kurtedîroka otonomiya Greenlandê

Greendland (bi zimanê inuit Kalaallit Nunaat) gîrava herî mezin a cîhanê ye û li Bakurê Okyanûsa Atlantîkê ye.

Berfirehbûna erdên welat ji bi qasî 2 milyon km2 ye  û nifûsa giravê bi tenê 56,000’e.

Inuit  89 ji % nifûsê pêk tînin û lewma jî zimanê fermî Inuitî ye.

Greenland heta sala 1953’an koloniyeke Denmarkê bû û di 1979’an de bû xwedî statuya otonomiyê.

 

Greenland giraveke di navbera Deryaya Arktîk û Okyanûsa Atlantîkê de ye. Welatê di bin kontrola Denmarkê de gav bi gav kapasîteya xwe ya serxwebûnê xurt dike. (Harite: Wikicommons)

Denmark di 2009’an statuya otonomiya giravê berfirehtir kir û mafê ragihandina serxwebûnê da giravê.

Di çarçoveya her du qanûnên statuyê de Greenland bi riya hilbijartinan parlamentoya ji 31 endaman pêk tê hildibijêre.

Parlamento jî ji bo rêvebirina welêt ji nava xwe hukumetekê diyar dike.

Perwerde, tenduristî, masîgirî, çavkaniyên xwezayê û parastina xwezayê erkên hukumeta Greenlandê ye.

——————–

Foto: Aki-Matilda Høegh-Dam (Jyllands-posten / Jens Dresling)

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …