Island ziman bi GPT-4 diparêze

Island ji bo parastina zimanê giravê niha li ser projeyeke pêşxistina softwareê dixebite.

Ev proje, bi riya însîyatîfa serokê Islandê HE Guðni Th. Jóhannesson dest pê kir.

Şîrketa OpenAI ku hevparê vê projeyê ye, ji bo zimanê îslandî wê bernameya GPT-4 amade bike.

Welatê çiya û volkanan Island ji bo parastina zimanê xwe di nava hewldanan de ye.

Li vê girava di nava Okyanûsa Atlantîkê de hema hema herkes bi Îngilîzî dizane.

Bawerî ev e, çend nifş şûn de wê zimanê îslandî ji hole rabe û Îngilîzî bibe zimanê civakê.

Ev ê jî derbeyê li nasnameya welêt bixe û di nava demê de bibe sebeba hilweşîna wê.

Lewma jî Island ji bo parastina zimanê giravê niha li ser projeyeke pêşxistina softwareê dixebite.

Ev proje, bi riya însîyatîfa serokê Islandê HE Guðni Th. Jóhannesson dest pê kir.

Şîrketa OpenAI ku hevparê vê projeyê ye, ji bo zimanê îslandî wê bernameya GPT-4 amade bike.

GPT-4 bernameyeke wergera nivîskî û bi deng e ku bi hezaran agahiyan di nava xwe de dihewîne.

Agahiyên çandî û civakî ligel wergera li gorî gramera xwerû ya îslandî di GPT-4ê de cî digire.

Bi armanca nivîsandina bi hezaran agahiyên di vê bernameyê de 40 kes bi dilxwazî alîkariya OpenAI’yê dikin.

Ev bername softwareeke bê pere ye û ji bo bikaranîna rojane ya welatiyan e.

Berî niha, ji bo heman mijarê softwareke din a bi navê GPT-3 hatibû pêşxistin.

Di GPT-3 de 300.000 mînakên ziman ên îslandî cî digirtin lêbelê ji aliyê gramerê ve gelek caran werger şaş dihat kirin.

Berpirsên şîrketa OpenAI dibêjin, modelên komplek ên ji bo GPT-4 hatine pêşxistin destûrê dide vê carê werger hîn bêtir baş be.

 

Tîma lêkolînerên Islandî ku li ser bernameya GPT-4ê dixebitin. 

Island û Îngilîzî

Island giraveke mezin a li Bakurê Atlantîkê ye ku di navbera Ewrûpa û Amerîkayê de ye.

Nifûsa giravê 370.000’e û zimanê îslandî ji aliyê 90 ji % welatiyan ve tê axaftin.

Digel vê jî, ji ber hebûna xurt a Îngilîzî îslandî wekî zimanekî di nava ewlehiyê de nayê qebûlkirin.

Island giraveke mezin a li Bakurê Atlantîkê ye ku di navbera Ewrûpa û Amerîkayê de ye.

Nifûsa giravê 370.000’e û zimanê îslandî ji aliyê 90 ji % welatiyan ve tê axaftin.

Digel vê jî, ji ber hebûna xurt a Îngilîzî îslandî wekî zimanekî di nava ewlehiyê de nayê qebûlkirin.

Amerîka di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di 1941’an de Islandê dagir kir û 40.000 leşkerên xwe li wir bi cî kir.

Di vê demê de nifûsa Islandê 126 hezar bû û lewma jî hejmara zêde ya leşkerên Amerîkî bû sebeb di nava civakê Îngilîzî belav bibe.

Sebebeke din a çima Îngîlîzî li Islandê serdest e, entegrasyona xurt a Islandê bi Dewletên Yekbûyî Amerîkayê û Ewrûpayê re ye.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …