Kanadaya federal Fransî diparêze

Parlamentoya Kanadayê di civîneke xwe ya dawî de reforma ji bo Qanûna Zimanên Fermî qebûl kir.

Kanada bi vê reformê cara ewil li xwe mukur hat, Fransiya ku yek ji zimanê fermî yê welêt e, di bin xetereyê de ye.

Kanada ji bo parastina Fransî ya di asta federal de gaveke dîrokî avêt.

Parlamentoya Kanadayê di civîneke xwe ya dawî de reforma ji bo Qanûna Zimanên Fermî qebûl kir.

Kanada bi vê reformê cara ewil li xwe mukur hat, Fransiya ku yek ji zimanê fermî yê welêt e, di bin xetereyê de ye.

Ev reforma ku wekî C-13 tê pênasekirin, divê piştî Parlamentoyê ji aliyê Senatoya Kanadayê jî bê erêkirin.

Eger ev pêk were, reforma ziman wê di Tîrmehê de têkeve meriyetê.

Wezîrê Zimanên Fermî yê Kanadayê Ginette Petitpas Taylor li ser mijarê axivî û reforma ziman wekî ”gaveke dîrokî” bi nav kir.

Partiya serxwebûnxwaz a Quebecê Bloc Quebecois jî qanûna ziman bi kêfxweşî pêşwazî kir û da zanîn, reform “gaveke rast a ji bo parastina ziman e”.

Rêjeya kesên li eyaletên Kanadayê bi Îngîlîzî û Fransî diaxivin. Fransî li derveyî Quebecê, bi rêjeya 30 ji % herî zêde li New Brunswickê tê axaftin. (Saziya Statîstîk a Kanadayê)

Naveroka qanûna ziman

Aliyê herî girîng a reforma dawî, di asta federal de parastina zimanê Fransî ye.

Hin hukmên vê reformê ji bo parastina mafên axêverên Fransî ne ku li derveyî eyaleta Quebecê dijîn.

Aliyê herî girîng a reforma dawî, di asta federal de parastina zimanê Fransî ye.

Hin hukmên vê reformê ji bo parastina mafên axêverên Fransî ne ku li derveyî eyaleta Quebecê dijîn.

Perwerde û xizmetên tenduristiyê yên bi Fransî çend ji xalên desteka ji bo axêverên Fransî ne.

Bi reforma nû, şîrketên şexsî yên li Quebecê ku di çarçoveya qanûnên federal de hatine damezrandin, divê bi Fransî xebatê bikin û xizmetê bidin.

Yek ji xala vê reformê jî di derbarê Dadgeha Destûra Bingehîn a Kanadayê de ye.

Reform li dadgehê ferz dike, hemû dadger ligel Îngilîzî bi Fransî jî bizanibin.

Bill 96 a Quebecê

Bill 96 li şîrketên ku hejmara xebatkarên wan ji 25’î zêdetir in ferz kiribû, bi Fransî kar bikin.

Parlamentoya Eyaleta Quebecê jî ji bo parastina Fransî di Gulana 2022’an de qanûnek qebûl kiribû.

Ev qanûna wekî Bill 96 tê zanîn, li şîrketên ku hejmara xebatkarên wan ji 25’î zêdetir in ferz kiribû, bi Fransî kar bikin.

Herwiha, bi vê qanûnê hejmara dersên Fransî li kolejên Îngilîzî hefteyê derketibû 3 saetan.

Li aliyekî din, bi vê reformê rê li pêşiya bikaranîna sîstematîk a Îngilîzî ya di sektora tenduristî ye de hatibû girtin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …