Gundekî Îtalyayê û xelata zimanê dayikê

Xelatên Nivîsariya bi Zimanê Dayikê ya Ostanayê vê havînê wê bên dayîn.

Îsal nivîskar, wergêr, stranbêj û derhênerên Baskî, Astûryasî, Skotlandî, Korsîkayî û Arpîtanî  bûn xwediyê xelatê.

Ostana gundekî li bakurê Îtalyayê û bi zimanê Oksîtanî diaxive.

Xelatên Ostana ya 2023’an wê îsal carekê din biçe ji kesên bi zimanê dayikê dinivîsin.

Heşt nivîskar, wergêr, stranbêj û derhênerên Bask, Astûryasî, Skotlandî, Korsîkayî û Arpîtanî wê vê xelatê werbigirin.

Îsal Xelata Taybet wê biçe ji helbestvanê Tûareg Hawad ku bi zimanê Tamajeq dinivîse.

Hawad ji Nîjerê ye û di helbestên xwe de alfabeya Tîfînag a resen bi kar tîne.

Nivîskarê Bask Bernardo Atxaga wê Xelata Navneteweyî ya 2023’an werbigire.

Atxaka zêdetirî 50 sal in bi zimanê Baskî dinivîse û xizmetê ji parastina zimanê xwe re dike.

Bernardo Atxaga. Nivîskar 50 sal in bi zimanê Baskî berheman dinivîse. (Foto: Booktegi)

Di şeş kategoriyên mayî de jin hêjayî xelatê hatin dîtin.

Blanca Fernandez Quintana ku bi zimanê Astûrî dinivîse Xelata Ciwanan wergirt.

Derhênera Korsîkayî Julie Perreard Xelata Fîlmê û nivîskar û stranbêja Skotlandî Fiona Mackenzie Xelata Muzîkê wergirt.

Hêjayî gotinê ye, Mackenzie performansa xwe ya hunermendiyê bi zimanê Galîkiya Skotlandê pêk tîne.

Di kategoriya Oksîtanî de du nivîskar û helbestvanê vî zimanî bûn xwediyê xelatê.

Monica Longobardi “ji ber pêşxistina edebiyata Oksîtanî li Îtalyayê” xelatê wergirt.

Sarah Laurenç Zurawczak bi helbest û kurteçîrokên xwe yên bi Oksîtanî xelata ji bo vî zimanî wergirt.

Îsal wekî her car bi boneya dayina xelatan wê li Ostanayê şahiyekê jî bê lidarxistin.

Şahî wê di navbera 23-25’ê Hezîranê de bê pêk were.

Ku der e Ostana?

Ostana gundekî xwedî belediye ya li Çiyayên Alp’e.

Ostana belediyeyeke li Çiyayê Alp e û li li ser sînorên Îtalya-Fransayê ye. (Wikipedia)

Ev der bi ser herêma Piedmont a li bakurê Îtalyayê ve ye.

Zimanê dayikê yê welatiyên li Ostanayê dijîn Oksîtanî ye.

Ji 2015’an û vir ve, her sal li vir Xelata Nivîsariya bi Zimanê Dayikê ya Ostanayê ya tê dayîn.

Ev bername, bi hevkariya Belediyeya Ostanayê û Komeleya Çandê ya Chambra d’Oc ve tê lidarxistin.

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …