Çawa zimanekî mirî tê vejandin?

Bi mirina Dolly re ya di 26’ê Kanûna 1777’an de, zimanê herêma Cornwallê jî êdî nema hatiye axaftin.

Niha li seranserê Cornwallê 10,000 xwendekar di 50 dibistanan de fêrî zimanê Kernewek dibin.

Gundê Mouseholê ya li Brîtanyayê ciyê dawî ye ku zimanê Cornwallî ango Kernewek lê hatiye axaftin.

Ev der gundê Dolly Pentreathê ya axêra dawî ya vî zimanê kevnar e.

Bi mirina Dolly re ya di 26’ê Kanûna 1777’an de, zimanê herêma Cornwallê jî êdî nema hatiye axaftin.

Lewma jî ev gundê ku şêniyên wê bi masîgiriyê debara xwe dikin, ji aliyê gelek parazvanên zimanên di bin xetereyê de ne baş tê naskirin.

Herçiqas Kernewek êdî di civakê de neyê axaftin jî, ji bo vejîna wê parazvanên ziman di nava hewldanan de ne.

Niha li seranserê Cornwallê 10,000 xwendekar di 50 dibistanan de fêrî zimanê Kernewek dibin.

Dorothy Pentreath. Yek ji axêvera dawî zimanê Kernewek. Pentreath di 1777’an de mir.

Di salên dawî de fîlmên bi zimanê Kernewekî tên temaşekirin û muzîka bi zimanê Kernewekî tê guhdarîkirin.

Herwiha navê gelek gund û deverên li herêmê hîn jî bi vî zimanê kevnar e.

UNESCO ji ber hewdanên berfireh ên ji bo vejînê, zimanê Cornwallê ji lîsteya “zimanê mirî” derxist û ew kir nava “zimanê bi bin xetereya dijwar de.

Ofîsa Zimanê Kernewek a bi ser rêvebiriya herêmî de diyar dike, 2400 kes dikarin ziman bi kar bînin.

Kurtedîroka zimanê Kernewek

Kernewek zimanekî Kelt e ku heta sedsala 12. li beşeke mezin a Brîtanyayê hatiye bikaranîn.

Paşê ji ber zextên Anglo-Saksonan vî zimanî xwe li herêma Cornwall a li başûrêrojavayê Brîtanyayê xwe parastî ye.

Tê texmînkirin, di Serdema Navîn de nifûsa herêmê 50,000 bûye û piraniya vê nifûsê bi Kernewekî axivîne.

Rêvebiriya Tudor a Brîtanî piştî serhildaneke li vê herêmê ya di 1549’an de, kampanyaya asîmîlasyonê dimeşîne.

Zimanê îngilîzî dibe zimanê ferz ê xizmetên gelemperî û ev jî dibe sebeb gav bi gav zimanê Kernewekî ji holê rabe.

Herêma Cornwallê

Cornwall herêmeke Brîtanyayê ye ku berfirehbûna wê 3,500 km2 ye û nifûsa wê 566,000’e.

Cornwall herêmeke Brîtanyayê ye ku berfirehbûna wê 3,500 km2 ye û nifûsa wê 566,000’e.

Konseya Cornwallê saziya herî bilind a rêvebiriyê ye û derbarê meseleyên herêmî de dikare biryaran bide.

Lê ji ber ku herêm ne xwedî statuya otonomiyê ye, Konseya Cornwallê nikare qanûnan qebûl dike.

Partiya Mebnow Kernow di salên dawî de di nava civakê de xwe bi rêxistin dike û ji bo herêmê kampanyayekê dimeşîne

———–

Berg: “Li vê derê yek ji axêverê dawî ya zimanê Kernewek Dolly Pentreath jiya ye. Zimanê wê yê dayikê di Qanûna 1777’an de mir” (Foto:Richard Collett)

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …