Parlamentoya Federal a Almanyayê komkujiya êzidiyan wekî jenosîd nas kir. Beriya Almanyayê, Awustralya, Belçîka û Holanda jenosîda êzdiyan nas kiribûn. Li dinyayê welatekî din jî komkujiya êzdiyan wekî jenosîd nas kir Parlamentoya Federal a Almanyayê Bundestag ji bo dengdana biryara jenosîdê di 19ê çileyê de kom bû. Komkujiya êzdiyan di …
Bêtir »Parlamentoya Ewrûpayê: Pasdaran terorîst e
Parlamentoya Ewrûpayê bang li Konseya Ewrûpayê kir, Pasdarên Îranê têxe lîsteya terorê. Herwiha, navên lîderê olî Alî Xamaney, serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û dozgerê general Mihemed Cafer Montazerî jî ketin lîsteya ambargoya Yekitiya Ewrûpayê. Parlamentoya Ewrûpayê ambargoyeke derbarê Îranê de qebûl kir. Civîna parlamentoyê ya li ser pêşniyazbiryarê îro li …
Bêtir »Fransa û Îspanya hevkariyê kûr dikin
Macron û Sanchez ji bo îmzekirina Peymana Dostanî û Hevkariyê Barcelonayê tên cem hev. Katalanên serxwebûnxwaz hevkariya kûr a her du welatan protesto dikin. Katalan Îspanya û Fransayê berpirsê parçekirina Katalonyayê û astengkirina serxwebûnê qebûl dikin. Lîderê Fransayê Emanuel Macron ku li welêt rastî protestoyên karkeran tê, li derveyî welêt …
Bêtir »Brîtanya qanûneke Skotlandê veto dike
Brîtanya cara pêşî biryareke Parlamentoya Skotlandê veto dike. Ev yek di dîroka Skotlanda ku ji 1999’an û vir ve otonom e, cara pêşî pêk tê. Skotlanda li dûv serxwebûnê ye di meseleyeke navxweyî de rastî astengiya Brîtanyayê hat. Hukumeta Londonê diyar kir, ew ê biryareke Parlementoya Skotlandê veto bike. Bûyereke …
Bêtir »Nifûsa Çînê kêm dibe
Di 60 salên dawî de cara pêşiyê nifûsa Çînê kêm dibe. Rêvebiriya Pekinê ragihand, îsal li gorî par nifûs 850,000 kêm bûye. Nifûsa Çîna ku 1,4 milyar mirov li ser xaka wê dijîn, êdî kêm dibe. Rêvebiriya Pekinê ragihand, îsal li gorî par nifûs 850,000 kêm bûye. Ev jî tê …
Bêtir »Fransa û wekheviya zimanan
Li Parisê, saziyên hêzdar ên wekî Wezareta Perwerdeyê, Konseya Makeqanûnê, Konseya Dewletê hîn jî zimanên herêmî ji bo yekitiya neteweyî û fêrbûna fransî wekî xetere qebûl dikin. Em hêvî bikin rastiyên heyî wê rojekê ew kesan bikin xwedî fikreke maqûl da ku maqûl bifikirin. Ji aliyê pedagojiyê ve perwerdeya îmersiyonê …
Bêtir »Swêd xizmeta ji bo dewletê ferz dike
Li Swêdê xebata ji bo alîkariya lezgîn a xizmetên belediyeyan bê ferzkirin. Ev jî tê vê wateyê, kesên naxwazin xizmetên leşkeriyê bikin wê heta demekê ji bo xizmetên aîlkariya lezgîn a belediyeyan xebatê bikin. Swêd sîstema xebata ji bo xizmetên alîkariya lezgîn li ser welatiyan ferz dike. Hukumeta Swêdê bi …
Bêtir »Li Holandayê 48 hezar kes serî li îlticayê dan
Di sala 2022’an de nêzîkî 48,000 kes li Holandayê serî li îltîcayê dane. Ev hejmar li gorî saleke berê bi qasî 11 hezar zêdetir bû ye. Tirkiye bi nêzîkî 4 hezar serîlêdanan di vê lîsteyê de bû welatê duyemîn. Pêla penaberiyê ber bi Yekitiya Ewrûpayê ve sal bi sal zêde …
Bêtir »Bask ji bo girtiyên ETA’yê meşiya
Bi meşeke girseyî ya li Bilbaoyê polîtîkaya girtîgehan a Îspanyayê hate protestokirin. Çalakger ji Îspanyayê daxwaz kirin, girtiyên ji Baskê neşîne girtîgehên dûrî Welatê Baskê. Niha bi tevahî 191 girtiyên siyasî yên ETA’yê di girtîgehên Îspanyayê de ne. Li Welatê Baskê meşeke mezin a ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin. …
Bêtir »Katalonya rastî cudaxwaziya aboriyê tê
Par 7.4 ji % ê fonên çandiniyê yên Yekitiya Ewrûpayê gihîştiye ber destên herêmên katalanîaxêv. Lewma jî katalan di wê baweriyê de ne, hukumeta Madridê polîtîkayeke taybet li hemberê wan dimeşîne. Îspanya di warê belavkirina fonên Ewrûpayê de neheqiyê li Katalonya, Valenciya û Giravên Balearê dike. Ev her sê herêmên …
Bêtir »Sakîne û Marianne bi hev re hatin kuştin
Sal 2013… Roja 9’ê çileyê…Li navenda Ewrûpa Parîsê 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez bi êrişeke bêbext hatin qetilkirin. Piştre derket holê ku ev reşkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û pêkanîn. Fransaya xwedî şoreşa navdar, xwedî sê prensîbên “azadî, wekhevî û biratî” çawa dibe …
Bêtir »Bindestî mirovan jar dike
Binhişkirina bindestiyê hesteka qelsbûn û dudiliyê çêdike û dihêle nexweş nexwazin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê; herwiha hêza wan ya takekesî û kolektîf kêm dike û têkoşîna wan bo guhortina rewşê lawaz dike. Lêkolîna zanistî: Binhişkirina bindestiyê hesteka qelsbûn û dudiliyê çêdike Pispor Dr. Tevfîk Bayram digel Prof. Dr. Sibel Sakaryayê …
Bêtir »Wikiya Fêrbûna Zimanên Kêmar
Di malpera Wikiya Fêrbûna Zimanên Kêmar de agahiyên li ser 80 zimanên Ewrûpayê cî digirin. Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator, bi riya hevkariya Zanîngeha Groningenê ya li Holandayê vê xebatê dimeşîne. Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator xebatên xwe yên li ser zimanên kêmar berdewam dike. Navenda Holandayê ev demeke xebata onlina a …
Bêtir »Kongreya Brazîlê rastî êrişê hat
Alîgirên lîderê berê Bolsonaro duh bi ser kongre, koşka serokatiyê û dadgeha bilind de girtin. Girseya ji serokatiya Lula da Silva nerazî, kete nava her sê avahiyên herî girîng ên sîstema siyasî ya Brazîlê. Brazîla ku îsal bi hêviya bidawîbûna krîza siyasî dest bi sala nû kir, dawiya dawiyê li …
Bêtir »“Têkoşîna sedsalî ya ji bo otonomî û mafan”
Li gor France 24ê, bi kêmî ve 35 mîlyon Kurd hene û ew ji hilweşîna Împaratorîya Osmanîyan vir ve hewil didin ku dewleta xwe çêkin. Edîtorên France 24ê navê vê beşê ‘’Kurd, miletê bêdewlet: Têkoşîneke sedsalê bo otonomî û mafan’’ danîne. ‘’Kurd, li çar welatan belav bûne û li cîhanp …
Bêtir »Çawa Brazîl bû “Berezîlya”?
Di Stêrk TV’ê de sal bi sal mesafeya di navbera bendewarî û weşana heyî de firehtir dibe. Di nava demê de, di dewsa profesyoneliyê de amatorî serdest dibe û bi vê re jî qelîteya weşanê xera dibe. Stêrk TV wekî berdewamiya televîzyona kurd Med TV’yê bi salane li Ewrûpayê weşanê …
Bêtir »Tirkî heye lê kurdî tune ye
“Malpera Demirtaş bi 4 zimanen e. Welatî ji şerq û xerbê cîhanê dikarin bi tirkî, îngilîzî, almanî û fransî şîrove û nêrînên xwe ji bo Demirtaş bişînin. Lê tiştê balkêş ev e: Zimanê kurdî di malpera wî de nîne.” Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji bo pêşniyazan ji welatiyan …
Bêtir »Dewleta Pakistanê û polîtîkayên ziman
Kovara Forum of Federations di konteksta federalîzma Pakistanê de têkiliya di navbera ziman, netewe û dewletê de disekine. Li Pakistanê hem di asta federal de hem jî di asta eyaletan de polîtîkayên ziman sebeba nakokiyan e. Dewlet dixwaze li hemû aliyê Pakistanê zimanê ûrdû ferz bike û ev jî li …
Bêtir »Helbestên kurdî bi îspanyolî hatin weşandin
5 helbestên Celal Melekşa yê ji rojhilatê Kurdistanê li Costa Ricayê hatin weşandin. Ev helbest ji kurdî ji bo îspanyolî hatin wergerandin û di kovara Quimera Magazinê de cî girtin. Cara ewil li Costa Ricayê berhemên ji wêjeya kurdî hatin weşandin. 5 helbestên kurdî yên hatin weşandin yên helbestvanê ji …
Bêtir »350 pirtûk bi kurdî hatin weşandin
Kurdan sala 2022’yan bi 350 pirtûkan weşandî ye. Par 377 pirtûk ketibûn nava lîsteya me, loma em dikarin bêjin li gor salek berê dor sedî dehan kêmbûneke çêbûye. Bila ev nûçe bi vî awayî dest pê bike: Bi serbilindî me îsal jî lîsteya pirtûkên bi kurdî amade kir. Ma nûçe …
Bêtir »Li Fransayê têkoşîna ji bo zimanê katalanî
Komeleya dibistanên katalanî La Bressola biryarê da li Perpignanê ji bo 300 xwendekaran lîseyekê veke. Lê şaredariya Perpignanê ev du sal in rê li ber vê projeya perwerdeya ziman digire. Bakurê Katalonyayê ji bo parastina zimanê katalanî di ber xwe dide. Şaredariya bajarê Perpignanê ev du sal in vekirina lîseyeke …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat