Parlamentoya Ewrûpayê: Pasdaran terorîst e

Parlamentoya Ewrûpayê bang li Konseya Ewrûpayê kir, Pasdarên Îranê têxe lîsteya terorê.

Herwiha, navên lîderê olî Alî Xamaney, serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û dozgerê general Mihemed Cafer Montazerî jî ketin lîsteya ambargoya Yekitiya Ewrûpayê.

Parlamentoya Ewrûpayê ambargoyeke derbarê Îranê de qebûl kir.

Civîna parlamentoyê ya li ser pêşniyazbiryarê îro li Strasbourgê hate lidarxistin.

Di civîna giştî de pêşniyazbiryara derbarê Îranê de bi dengên piraniya wekîlên ewrûpî derbas bû.

Di çarçoveya biryara parlemenê de Pasdarên Îranê (Yekîneyên Parazvanê Şoreşa Îslamî) wekî “terorîst” hat binavkirin.

Di biryarê de bang li Konseya Ewrûpayê hate kirin Pasdar, mîlîsên Besîc û Hêza Qudsê têxe lîsteya terorê.

Endamên Pasdaran ji îro pê ve wê nikaribin li nava Yekitiya Ewrûpayê karên aborî û bazirganiyê bikin.

Ala Supahên Pasdaran

Bawerî ew e, wê di civîna 23’yê çileyê ya wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewrûpayê de ambargoyeke çaremîn li hemberê Îranê bê ragihandin.

Herwiha, navên lîderê olî Alî Xamaney, serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û dozgerê general Mihemed Cafer Montazerî jî ketin lîsteya ambargoya Yekitiya Ewrûpayê.

Ji bilî van, 227 wekîlên Parlamentoya Îranê ku ji bo cezayê mirinê bang li edaleta welêt kiribûn rastî ambargoyê hatin.

Hin çavkanî radigihînin, Bruksel wê helwesta xwe ya tund a li dijî Îranê tundtir bike.

Bawerî ew e, wê di civîna 23’yê çileyê ya wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewrûpayê de ambargoyeke çaremîn li hemberê Îranê bê ragihandin.

Paşê jî gotina dawî ya li ser Îranê wê di civîna lîderên YE’yê ya di 9-10ê sibatê de bê gotin.

Supahê Pasdaran

Pasdarên ku wekî Supaya Pasdaran tê naskirin, hêza artêşa parastina rejîma Îranê ye.

Ev hêz bi destpêka rejîma îslamî ya Îranê re, di 1979’an de hate damezrandin.

Hejmara endamên vê Pasdaran di ser 200,000’î re ye.

60 hezar ji mîlîsên paramîlîter ên bi navê Besîc jî endamên Pasdaran e.

Ji bilî bejahiyê, Pasdar xwedî hêzeke mezin a deryayî ne jî.

Parastina Deryaya Îranê (Kendava Basra) di bin berpirsiya Pasdaran de ye.

Butçeya salane ya Pasdaran li derdora 7 milyar dolarî ye.

————–

Foto: Israel Hayom 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …