Egunkaria 20 sal berê hate qedexekirin

Di 20’ê Sibata 2003’an de rojnameya Egunkaria ya bi Baskî weşanê dikir hate girtin.

Ji dehan zêdetir rojnamegerên Egunkariayê hatin girtin û li dijî wan bi sûcdariya hevkariya bi ETA’yê re doz hat vekirin.

Êrişa polîtîk a li dijî rojnameya zimanê baskî Euskaldunon Egunkaria (Rojnameya bi Baskî) 20 sal li dûv hişt.

Li ser daxwaza dozgerekî li Madrîdê, polêsên îspanyol di 20’ê Sibata 2003’an de bi ser rojnameyê de girtin.

Ji dehan zêdetir rojnamegerên Egunkariayê hatin girtin û li dijî wan bi sûcdariya hevkariya bi ETA’yê re doz hat vekirin.

Dadgehê îdîa kir, hin şîrketên alîkarî didin ETA’yê rojnameyê finanse dikin.

Rojnamegerên hatin girtin rastî muameleya nebaş hatin û hin ji wan hatin îşkencekirin.

Doza Egunkariayê 11 sal ajot û di dawiya dawî de rojnamegerên di girtîgehê de hatin berdan.

Di wê proseya dirêj de weşana rojnameyê hate qedexekirin û careke din Egunkaria nehate weşandin.

Meşa mezin a li Bilbaoyê ku ji bo protestokirina girtina Egunkariayê hatibû lidarxistin.

Yekemîn rojnameya bi Baskî

Egunkaria di 1990’an de wekî yekemîn rojnameya bi zimanê Baskî dest bi weşanê kir.

Rojname di demeke kurt de tîraja xwe derxist rojane 15,000 rojnameyan.

Egunkaria di 1990’an de wekî yekemîn rojnameya bi zimanê Baskî dest bi weşanê kir.

Rojname di demeke kurt de tîraja xwe derxist rojane 15,000 rojnameyan.

Bi vê re jî li derdora 40,000 xwendevanên Egunkariayê çêbûn.

Egunkaria di weşana xwe ya 13 salan de li Herêma Otonom a Baskê ya li Îspanyayê û li herêma Bakurê Baskê ya li Fransayê gihîşt ber destên xwendevanan.

Rojnemaya Baskî, bi weşangeriya xwe bû platformeke zindî ya nîqaşên li ser mafên neteweyî ya miletê Baskê.

Hejmareke rojnameya Egunkariayê

Ji bilî kara ji tîraja xwe bi dest xist, rojname di heman demê de destekê ji Hukumeta Herêmî ya Baskê jî wergirt.

Rojnameya Berriayê

Di 1998’an de rojnameyeke din a li Baskê Egin ji aliyê dewleta Îspanyol ve hatibû qedexekirin.

Egin di 1977’an de hat damezrandin û weşana wê bi Baskî-Îspanyolî bû.

Piştî Eginê, di 2003’an de îcar rojnameya Berria ya bi zimanê Baskî dest dest bi weşanê kir.

Niha Berria tekane rojnameya li cîhanê ye ku bi zimanê baskî weşanê dike.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …