Li Sardînyayê parastina ziman

Îtalya di 1999’an de  û Sardînî, Katalanî, Sassarese û Gallurese wekî zimanên kêmar qebûl kir.

Di 1997’an de jî Herêma Otonom a Sardinyayê qanûneke ziman a ji bo parastina sardînî qebûl kir.

Niha li giravê hin kanalên televîzyonê û radyoyê hin bernameyên xwe bi zimanê sardînî diweşînin.

Li Sardînyayê hewldanên ji bo parastina zimanê giravê demên dawî de zêde dibe.

Ev zimanê nêzîkî milyonekê mirov pê diaxivin li hemberê îtalyanî di ber xwe dide.

Sardînî ku di sedsala 11. de zimanê Qraliyeta Sardinyayê bûye, heta sedsala 20. zimanê normal ê giravê bûye.

Îtalya piştî yekitiya xwe ya siyasî ya di sedsala 19.de hewl daye îtalî bike zimanê vê giravê.

Di dema faşîzma Mussolini de (1922-1945) hewldana asîmîlasyonê derketiye asta herî bilind.

Lê digel vê jî îtalî encax piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Sardînyayê hebûna xwe xurt kiriye.

Belavbûna îtalî li giravê bi riya perwerdeya ferz, koçberî û medyayê pêk hatiye.

Rewşa dawî ya Sardînî

Saziyên fermî yên Sardînyayê radigihînin, 68.4 ji %ê welatiyên li giravê bi yek ji zaravayên sardînî diaxivin.

Li gorî lêkolîna di 2007’an de hatiye weşandin, 2.7 ji % welatiyan bi tenê bi zimanê îtalyanî diaxivin.

Lê ev daneyên hêviyan geş dike ji aliyê gelek kesan ve tên rexnekirin.

Ew kes di wê baweriyê de ne saziyên giravê di vê mijarê de ne objektîf in.

Rastiyeke ku herkes qebûl dike ev e, Sardînî ne zimanê înformasyon, zanîngeh û polîtîkayê ye.

Gelek welatiyên li giravê axaftina bi Sardînî wekî nîşaneyeke gundewariyê û paşketinê dibînin.

Lewhayeke înformasyonê ya bi zimanê sardînî

Naskirina ziman

Parazvanên ziman herî kêm 20 sal in ji Îtalyayê daxwaz dikin bi awayekî fermî Sardînî nas bike.

Sebeba li paş vê daxwazê, parastina sardînî ye ku li hember îtalyanî prestîja wê kêm e.

Îtalya demeke dirêj vê nekir û lewma jî Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar erê nekir.

Lê Roma di 1999’an de paş de gav avêt û Sardînî, Katalanî, Sassarese û Gallurese wekî zimanên kêmar qebûl kir.

Di 1997’an de jî Herêma Otonom a Sardinyayê qanûneke ziman a ji bo parastina sardînî qebûl kir.

Niha li giravê hin kanalên televîzyonê û radyoyê hin bernameyên xwe bi zimanê sardînî diweşînin.

Li aliyekî din, bi riya teşwîka rêvebiriya otonom û aktîvîzma ziman li giravê weşangeriya bi Sardînî gav bi gav pêş dikeve.

Niha li giravê 8.5 ji % pirtûkên tên firotan zimanê Sardînî tên weşandin.

Digel serdestiya îtalî û nîqaşên li ser awayê meşandina standartkirina ziman, ev daneyên dawî hêviya ji bo parastina zimanê Sardînî geş dike.

Sardînya (Sardegna) duyemîn girava herî mezin a Îtalyayê ye.

Ku der e Sardînya?

Sardînya an jî bi zimanê sardînî sardigna, yek ji girava mezin a li Derya Spî ye.

Berfirehbûna erdên wê 24.090 km² ye û nifûsa wê 1,640,717 ye (2018).

Herêm yek ji 5 herêmên Îtalyayê ye ku xwedî ku xwedî statuyeke taybet a xweseriyê ye.

Parlamentoya giravê ku wekî Konseya Herêmî ya Sardînyayê tê binavkirin, xwedî mafê qanûnçêkirinê ye.

Li Sardînyayê ji bilî Sardînî û Îtalî, Katalanî, Gallurese, Sassarese, Tabarchino û Ligurî tê axaftin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …