Almanya jenosîda êzidiyan nas kir

Parlamentoya Federal a Almanyayê komkujiya êzidiyan wekî jenosîd nas kir.

Beriya Almanyayê, Awustralya, Belçîka û Holanda jenosîda êzdiyan nas kiribûn.

Li dinyayê welatekî din jî komkujiya êzdiyan wekî jenosîd nas kir

Parlamentoya Federal a Almanyayê Bundestag ji bo dengdana biryara jenosîdê di 19ê çileyê de kom bû.

Komkujiya êzdiyan di civînê de bi piraniya dengên wekî jenosîd hate naskirin.

Bi vî awayî Almanya bû welatê çaremîn ku jenosîda êzdiyan qebûl kir.

Di biryara ji aliyê komên parlemantoyê ve hatibû amadekirin wiha hate gotin:

“Şeş milyon kes ji ber hovîtiyên zehmete bên terîfkirin, li Iraqê terka warê kirin an li dinyayê bûn penaber.  Gelek ji wan hîn jî nikarin vegerin welatê xwe.”

Beriya Almanyayê, Awustralya, Belçîka û Holanda jenosîda êzdiyan nas kiribûn.

Êrişa Şengalê

DAIŞ di 2014’an de dest bi êrişa xwe ya berfireh a Şengalê kir.

Hêzên pêşmergeyên bi ser Başûrê Kurdistanê ve di dewsa parastina gel de terka herêmê kirin.

Di vê êrişê de gelek ji wan jin, 6417 kurdên êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.

Jin û keçên hatin revandin bûn koleyên vê rêxistina hov û zarok jî di darê zorê tevlî çeteyên çekdar ên rêxistinê hatin kirin.

2745 zarok bê dê û bav man û 400 hezar kes terka Şengalê kirin û li belavî dinyayê bûn.

Li gorî texmînan, di sefera ser Şengalê de 5000 êzidî hatin kuştin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …