Afrîkaya Başûr û polîtîkaya ziman

Bi makeqanûna 1996’an, Afrîkaya Başûr ligel Afrîkaan û Îngilîzî 9 zimanên din wekî zimanên fermî naskir.

Di rêvebiriya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê de prestîja zimanên xweciyên reşik ên welêt gav bi gav bilind bû.

Tevlî vê, bikaranîna zimanên afrîkî di sektora perwerde, kar û rêvebiriya fermî de zêde bû.

Forûma Federasyonan (Forum of Federations) lêkolîneke xwe ya din a li ser polîtîkaya ziman weşand.

Sernivîsa lêkolîna dawî Polîtîkaya Ziman a li Afrîkaya Başûr a Piştî-Apartheidê ye.

Xebata ji aliyê Michelle Maziwisa ve hatiye amadekirin, agahiyên îstatîstîkî yên derbarê ziman de jî dihewîne.

Lêkolîn bi kurtedîroka naskirina fermî ya zimanên bindest ên Afrîkaya Başûr dest pê dike.

Paşê, agahiyên derbarê bikaranîna ziman a di perwerde, saziyên fermî û belediyeyan de tê pêşkêşkirin.

Polîtîkaya Ziman a li Afrîkaya Başûr a Piştî-Apartheidê

Di dawiyê de jî nîqaş û rexneyên li ser polîtîkaya ziman a li vî welatî ligel bi argumanên dijber ciyê xwe digire .

Zimanên Afrîkaya Başûr

Bi makeqanûna 1996’an, Afrîkaya Başûr ligel Afrîkaan û Îngilîzî 9 zimanên din wekî zimanên fermî naskir.

Zimanên hatin naskirin ev bûn: isiNdebele, isiXhosa, isiZulu, Sepedi, Sesotho, Setswana, siSwati, Tshivenda and Xitsonga.

Dema rejîma apartheidê ya nîjadperest de, zimanê serdest Afrikaan bû ku ji aliyê ewrûpiyan ve tê axaftin.

Beriya vê, Îngilîzî wekî zimanê emperyalîzma brîtanî li zimanê serdest ê Afrîkaya Başûr bû.

Di rêvebiriya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê de prestîja zimanên xweciyên reşik ên welêt gav bi gav bilind bû.

Tevlî vê, bikaranîna zimanên afrîkî di sektora perwerde, kar û rêvebiriya fermî de zêde bû.

Lê digel vê jî îngilîzî wekî zimanê hevpar ê di navbera komên etnîk ên cihê de serdestiya xwe domand.

Li aliyekî din, gav bi gav bi kesên bi zimanê Afrikaan dipeyivin hesta marjînalbûna ziman peyde dibe û ew dibe sebeba reaksiyonan.

Ev meseleyên aktuel ên derbarê ziman de mijarên lêkolîna dawî ya Forûma Federasyonan e.

Zimanên li Afrîkaya Başûr tên axaftin

Forûma Federasyonan

Forûm bi pêşengiya hukumeta Kanadayê, di 1999’an de li Quebecê hate damezrandin.

Rêxistin li ser pratîka federalîzmê û desentralîzasyonê lêkolînan dike.

Kanada, Belçîka, Awustralya, Brazîl, Etiyopya, Almanya, Hîndistan, Meksika, Nîjerya û Pakistan endamên vê rêxistinê ne.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …