Belçîka ji bo 20 hezar penaberan biryarê da

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) ragihand, par 36,871 kes serî li mafê îkametê dane.

Di sala 2021’an de 25,971 kes li Belçîkayê serî li mafê îkametê dabûn.

Belçîka îstatîstîkên penaberiyê yên sala 2022’an eşkere kir.

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA/bi holendÎ CGVS) ragihand, par 36,871 kes serî li mafê îkametê dane.

Ev jî tê vê wateyê, rêjeya serîlêdanan a bo her mehê ji 3 hezaran zêdetir e.

Di mehên îlon û cotmehê de ev hejmar gelek zêde bûye û gihîştiye 4 hezarî.

Di sala 2021’an de 25,971 kes li Belçîkayê serî li mafê îkametê dabûn.

Çima Belçîka?

Li Yekitiya Ewrûpayê du komên welatan hene ku li gorî nifûsê û serîlêdanên ji bo îkametê ji hev hatine veqetandin.

Belçîka di vê mijarê de dikeve nava koma yekemîn ku rêjeya serîlêdanan zêde ye.

Ji bilî Belçîkayê, Awusturya, Holanda, Swîsre, Luxembûrg û Yûnanistan jî dikevin nava vê komê.

Welatên Skandînavyayê Swêd, Norwêc û Fînland dikevin nava koma duyemîn.

Ligel aborî û hiqûqa penaberiyê, torên saziyên destekê yên ji bo penaberiyê dibin sebeb penaber berê xwe bidin Belçîkayê.

Di sala 2022’an de ji bo 10 welatan rêjeya biryarên pozîtîf. (Jêder: CGRA)

Afganistan yekemîn e

Par herî zêde welatiyên ji Afganistanê li Belçîkayê serî li mafê penaberiyê dan.

Sûriye, Filistîn, Bûrûndî û Erître bûn çar welatên din Afganistanê şopandin.

Lêbelê encax 37.8 ji % welatiyên Afganistanê mafê penaberiyê ji Belçîkayê wergirtin.

Berevajiya vî welatî, Belçîka derbarê 84.6 ji % ji serîlêdanên ji Sûriyeyê û 50.4 ji % serîlêdanên ji Filistînê de biryarên pozîtîf dan.

Di 2022’an de CGRA derbarê serîlêdanan de 20,514 biryar daye.

Belçîka derbarê 41.1 ji % serîlêdanan de biryarên pozîtîf dan.

Kapasîteya CGRA’yê

Di 2022’an de CGRA derbarê serîlêdanan de 20,514 biryar daye.

Belçîka derbarê 41.1 ji % serîlêdanan de biryarên pozîtîf dan.

Nifûsa Belçîkayê 11.5 milyone û 1 milyon ji vê nifûsê kesên biyanî ne.

Ji bilî welatiyên Sûriyeyê herî zêde derbarê serîlêdanên ji ji Yemenê û Somalî de biryarên erênî dan.

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye li gorî du sal berê 25 ji % hejmara biryaran zêde bûye.

Herwiha, CGRA diyar dike ew gav bi gav kapasîteya xwe ya dayina biryaran zêde bike.

Saziya penaberiyê di navbera 2022’an û 2023’an de 85 xebatkarên nû girtine.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …