Flag of Belgium , visa application form and passport on table

Belçîka vîzeyê nade malbatên îltîcaxwazan

Li gorî şertên hukumeta Brukselê ragihand, kesên ku niha li Belçîkayê îkametê dikin wê bikaribin malbatên xwe bînin welêt.

Kesên îltîcaxwaz heta mafê penaberiyê bi dest nexin wê nikaribin malbatên xwe bînin Belçîkayê.

Hin welatên Ewrûpayê ji bo piştgiriya bi qurbaniyên erdheja li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê hin gavan davêjin.

Yek ji van welatan Belçîka ye ku bi alîkariya xwe ye ji bo herêmên erdhejê derdikeve pêş.

Ligel şandina alîkariyê û ekîbên hawarê, Belçîka diyar kir, ew ê vîzeya humanîter a ji bo hatina welêt bide hin malbatên li herêmên erdhêjê.

Li gorî şertên hukumeta Brukselê ragihand, kesên ku li Belçîkayê îkametê dikin wê bikaribin malbatên xwe bînin welêt.

Malbatên di vê kategoriyê de wê vîzeya D ji Belçîkayê werbigirin.

Kesên ku ji 3 mehan kurtir li Belçîkayê îkametê dikin wê bikaribin malbatên xwe ji bo 3 mehan bînin Belçîkayê.

Vîzeya Belçîkayê

Malbatên van kesan jî wê bikaribin vîzeya C ji Belçîkayê daxwaz bikin.

Malbatên li Bakurê Kurdistanê wê bikaribin ji bo vîzeyê serî li Konsolosxaneya Giştî ya Belçîkayê ya li Stenbolê bidin.

Daxuyaniya Ofîsa Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir a Belçîkayê a di derbarê qurbaniyên erdhejê de

Kesên daxwaz bikin wê bikaribin ji bo vîzeyê serî li malpera VFS Globalê bidin.

Herçî welatiyên li Rojavayê Kurdistanê û li bakurêrojavayê Sûriyeyê ne, divê bi riya malpera Sefaratxaneya Beyrûdê xwe bigihînin rêvebiriya Belçîkayê.

Herçiqas Belçîka diyar kir ew ê di demeke kurt de bersiva daxwazên ji bo vîzeyê bide jî, ji bo wergirtina vîzeyê şertekî din jî eşkere kir.

Li gorî vê, welatiyên dixwazin vîzeyê werbigirin divê zirara di erdhejê de gihîştiye xaniyên wan îspat bikin.

Ji bo vê jî divê ji belediyeyên li herêma erdhejê raporekê derbarê xaniyên xwe de bigirin.

Ofîsa Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir ya Belçîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand, pêşî wê bersiva kesên beriya 6ê sibatê daxwaza vîzeyê kiribin bê dayîn.

Ofîsa Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir aa Belçîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand, pêşî wê bersiva kesên beriya 6ê sibatê daxwaza vîzeyê kiribin bê dayîn.

Mafê îltîcaxwazan tune ye

Daxuyaniya Belçîkayê di nava îltîcaxwazên kurd ên li vî welatî jî bû sebeba hêviya anîna malbatan.

Infowelat ji bo meseleyê zelal bike xwe gîhand Ofîsa Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir.

Berdevka ofîsê Dominique Ernould di bersiva xwe de got, heta mafê penaberiyê bi dest nexin îltîcaxwaz nikarin malbatên xwe bînin Belçîkayê.

Ernould vê peyamê da:

Mixabin, malbatên kesên îltîcaxwaz ku hîn prosedûrên wan didomin, nikarin vîzeya ji bo malbatê werbigirin. Lêbelê, dema îltîcaxwaz bersiveke pozîtîf a ji bo îkametê ji Belçîkayê werbigire, wê statuya penaberiyê bidest bixe wê bikaribe malbata xwe bîne Belçîkayê.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …