Dewleta tirk wekî erdhejên berê, di vê erdhejê de jî li hemberê gelê kurd polîtîkaya cudaxwaziyê meşand.
Enqere di roja ewil de alîkariya lezgîn neşand navenda erdhejê Bazarcix û navçeyên li derdorê.
Li Bakurê Kurdistanê bi erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî duh erdhejek pêk hat.
Navenda vê erdheja mezin navçeya Bazarcix a bi ser Mereşê ve bû.
Paşê, danê nîvro li navçeya Elbistanê ya Mereşê bi 7.7 pileyî erdhejeke din rû da.
Herdu erdhejan ji Meletiyê heta Amedê li qadeke berfireh bandorê li Bakurê Kurdistanê kir.
Herwiha erdhej bandorê li bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî kir.
Di vê karesata pir mezin de zêdetirî 10 hezar avahî hilweşiyan.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyeyê ragihand, hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 3 hezar û 381 kesan.
Saziya tirk diyar kir, hejmara birîndaran li derdora 20 hezaran nîşan da.
Li gorî agahiyên fermî, 7 hezar û 840 kes jî hatin rizgarkirin.
Şert û mercên giran ên zivistanê bandoreke xerab li karên rizgarkirinê kir.
Herwiha erdhêjê bandorê li jiyana Kurdistanê 14 milyon mirovan kir.
Li Bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî gelek avahî hilweşiyan û herî kêm 1,400 jiyana xwe ji dest dan.
Polîtîkaya cudaxwaz
Dewleta tirk wekî erdhejên berê, di vê erdhejê de jî li hemberê gelê kurd polîtîkaya cudaxwaziyê meşand.
Enqere di roja ewil de alîkariya lezgîn neşand navenda erdhejê Bazarcix û navçeyên li derdorê.
Hejmareke kêm a alîkarî û tîmên rizgariyê ji bo bajarên Kurdistanê hatin şandin.
Ev jî bû sebeba reaksiyonan û gel cî bi cî reaksiyon nîşanî vê helwesta cûdaxwaz da.
YİMER 157 7 Dilde (Türkçe, Arapça, Farsça, İngilizce, Rusça, Almanca, Peştuca) Tüm Deprem Bölgelerine Tercüme Desteği Vermektedir. Tercüme Desteği İçin 157'yi arayabilirsiniz.
— YİMER 157 (@yimer157) February 6, 2023
Kolonyalîzma tirk di warê bikaranîna ziman de jî li herêma erdehêjê li ser kar bû.
Tîmên rizgarkirinê di dema xebatê de bi tenê bi zimanê tirkî xîtabî mirovên di bin xirbeyan de û xizmên wan kirin.
Helwesta li hember kurdî
Kolonyalîzma tirk di warê bikaranîna ziman de jî li herêma erdehêjê li ser kar bû.
Tîmên rizgarkirinê di dema xebatê de bi tenê bi zimanê tirkî xîtabî mirovên di bin xirbeyan de û xizmên wan kirin.
YIMER (Navenda Ragihandinê ya ji bo Biyaniyan) a dewleta tirk di parvekirineke xwe de ragihand, ew ê 7 ziman (Tirkî, Erebî, Farisî, Îngilîzî, Rûsî, Almanî û Peştûn) bi kar bîne.
Navê kurdî ku zimanê bi milyonan welatiyên Tirkiyeyê di lîsteya YIMERê de cî negirt.
Sooner or later there will be a ~M 7.5 #earthquake in this region (South-Central Turkey, Jordan, Syria, Lebanon). #deprem pic.twitter.com/6CcSnjJmCV
— Frank Hoogerbeets (@hogrbe) February 3, 2023
Sîsmologê Hollendî pêşbiniya erdhejê kiribû
Beriya erdhêje bi 3 rojan pisporê erdhejê yê Holendî Frank Hogerbets peyameke xwe ya Twitterê pêşbîniya erdhejê kiribû.
Frank Hogerbets di peyama xwe ya 3 Sibatê de diyar kiribû wê erdhejek bi pileya 7.5 li başûrê Tirkiyeyê, Sûriye, Lubnan û Urdinê çêbibe.
Lêbelê rêvebirî û sîsmologên Tirkiyeyê bala xwe nedabûn vê peyamê û welatiyan hişyar nekiribûn.