Aktion Vierviertel: Bila Swîsre mercên welatîbûnê hêsan bike

Fatoş Demirtaş

Koma bi navê Aktion Vierviertel daxwaz kir, kesên 5 sal in li Swîsreyê dijîn, bikaribin bibin welatî.

Însîyatîfek sivîl a li Swîsreyê pêşniyaz kir, mercên ji bo bidestxistina welatîbûna Swîsreyê bê hêsankirin.

Koma bi navê Aktion Vierviertel daxwaz kir, kesên 5 sal in li Swîsreyê dijîn, bikaribin bibin welatî.

Li gorî vê pêşniyazê, kesên 5 salan li Swîsreyê mabin eger cezayeke dirêj wernegirtibin û bi zimanekî fermî yê welêt bizanibin divê mafê welatîbûnê bi dest bixin.

Koma sivîl a swîsreyî ji bo pêkhatina vê daxwazê kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin.

Rêvebirê Aktion Vierviertel Arber Bullakaj ku di heman demê de endamê Partiya Sosyalîst e, derbarê kampanyayê de daxuyaniyekê da.

Bullakaj got, di meseleya welatîbûnê de gelek qanûn hene û her kanton û belediye xwedî pratîkên cihê ne.

Daxuyaniya Bullakaj wiha berdewam kir:

Hiqûqa heyî dûrî realîteya îro ye. Dema îkametê ya giştî û ya her kantonî cihê ye. Ji ber vê, mirov nikarin rihet hereket bikin. Eger ev dem bê binpêkirin proseya welatîbûnê dîsa ji serî ve dest pê dike. Ev jî hereketa serbest a di nava civakê de asteng dike.

Welatîbûna Swîsreyê

Ji bo welatîbûnê mirov divê herî kêm 10 sal li Swîsreyê îkametê bikin.

Herwiha, divê kesê serî li welatîbûnê bidin xwedî mafê îkametê ya C’yê be.

Swîsre li dinyayê yek ji wan welatan e ku mercên wê yên welatîbûnê gelek dijwar e.

Ji bo welatîbûnê mirov divê herî kêm 10 sal li Swîsreyê îkametê bikin.

Herwiha, divê kesê serî li welatîbûnê bidin xwedî mafê îkametê ya C’yê be.

 

Swîsre yek ji welatê cîhanê ye beşeke mezin a civakê ji koçberan pêk tê. Li gorî îstatîstîkan 20 ji % nifûsê koçber in.

Yek ji krîtereke din a welatîbûnê entegrasyon û zanîna ziman e.

Kesê welatîbûna Swîsreyê daxwaz dikin,divê  bi awayekî serfiraz entegreyî jiyana civakî ya vî welatî bibin

Ji bilî vê, Swîsre ji bo vî mafî zanîna zimanekî fermî yê welêt ferz dike.

Kesên dixwazin bibin welatiyên Swîsreyê divê almanî, fransî, îtalyanî an romanşî bizanibin.

Pîvanên zanîna ziman a nivîskî di asta A2 de ye û zanîna devkî jî divê di asta B1’ê de be.

 

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …