Li Holandayê kampanyaya ziman

Li herêma Frîzland (Fryslân) ya li Holandayê kampanyaya ji bo zimanê frîzî berdewam dike.

Kampanyaya ziman ji bilî kesên hîn nû vî zimanî hîn bûne, xîtabî axêverên xwerû yên ziman jî dike.

Ev aktîzma balkêş bi giranî bi riya vîdyoyên ku li ser medyaya civakî tê weşandin, didome.

Li herêma Frîzlandê (Fryslân) ya li Holandayê kampanyaya ji bo zimanê frîzî berdewam dike.

Ev aktîvîzma dawî ya berfireh, bi sernivîsa Praat mar Frysk’s (Tenê bi frîzî biaxive) tê meşandin.

Armanca vê çalakgeriyê ev e, kesên hîn nû zimanê frîzî hîn bûne bikaribin bi axêverên li herêmê bipeyivin.

Kampanyaya dawî piştî du lêkolînên li ser mijarê ku par hatibû li dar xistin, dest pê kir.

Lêkolîna li ser helwestên ziman yên axêverên frîzî di vê mijarê de gihîştibû hin encamên negatîf.

Lêkolîn nîşan dabû, kesên bi zimanê frîzî dizanin pir zêde ne qayilin bi axêverên nû yê ziman re biaxivin.

Encamekî din jî di derbarê hiyerarşiya di navbera zimanan ya li Frîslandê de bû.

Li gorî vê, kesên bi frîzî dizanin dema rastî kesên holandîaxêv tên, naxwazin bi zimanê xwe biaxivin.

Ev jî faktorekî din e ku bandoreke xerab li kesên nû ziman fêr dibin dike.

Naveroka kampanyayê

Kampanyaya ziman ji bilî kesên hîn nû vî zimanî hîn bûne, xîtabî axêverên xwerû yên ziman jî dike.

Ev aktîzma balkêş bi giranî bi riya vîdyoyên ku li ser medyaya civakî tê weşandin, didome.

Di vîdyoyan de ev pirs tên kirin:

Frîzî ji bo we xwedî ço wateyê ye? Hûn derbarê kesên nû ziman fêr dibin çi difikirin? Kesên ziman nû fêr dibin derbarê kesên bi ziman diaxivin çi difikirin?

Ji bilî vê, ji endamên civakê daxwaz tê kirin ew jî bi vîdyoyan û parvekirinên nivîskî dîtinên xwe yên li ser meseleyê ragibihînin.

Ev kampanya ji aliyê Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator a bi ser Akademiya Frîzî û Afûkê (Komîsyona Perwerdeya Frîzî) ve tê meşandin.

Zimanê frîzî

Frîzî zimanekî hînd-ewrûpî ye ku bi ser malbata zimanên cermenîk ve ye.

Frîzland herêmeke li bakurê Holandayê ye. Berfirehbûna herêmê 5,740 km² ye û nifûsa wê 650,000 e.

Ev ziman li herêma Frîzland a li bakurê Holandayê û li giravên frîzland a bi ser Almanyayê ve ye tê axaftin.

Hejmara kesên li Holandayê bi zimanê frîzî dizanin li derdora 500,000’ye.

150 hezar ji vê hejmarê bi riya perwerdeyê fêrî zimanê frîzî bûne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …