Flander azmûna întegrasyonê girantir dike

Hukumeta Flander plan dike, ji bo serfiraziya azmûnên entegrasyonê rêjeya bersivên rast bilindtir bike.

Kesên bixwazin sertîfîkaya întegrasyonê bigirin divê 82 ji % pirsan rast bibersivînin.

Herêma Flander a li Belçîkayê şertên ji bo întegrasyonê girantir dike.

Hukumeta Flander plan dike, ji bo serfiraziya azmûnên entegrasyonê rêjeya bersivên rast bilindtir bike.

Kesên bixwazin sertîfîkaya întegrasyonê bigirin divê 82 ji % pirsan rast bibersivînin.

Wezîrê Karên Hundir Bart Somers derbarê mijarê de pêşniyazqanûnekê pêşkêşî Parlemena Flanderê kir.

Somers got, kesên nû li herêmê bi cî bûne, di dawiya kursa întegrasyonê de wê tevlî azmûnên standard bibin.

Bart Somers. Wezîrê Karên Hundir ê Flanderê. (Foto:Bruzz)

Beşdarên azmûnê wê 41 pirsên li ser babetên cuda de bibersivînin.

11 ji van pirsan wê di derbarê prensîbên bingehîn ên jiyanê de û 30 pirs jî derbarê civaka Flaman de be.

 Wekheviya jin û mêr, azadiya ramanê, cudahiya dewlet û dêrê û girîngiya mafên mirov wê esasên bingehîn ên kursê bin.

Naveroka kursa întegrasyonê

Wekheviya jin û mêr, azadiya ramanê, cudahiya dewlet û dêrê û girîngiya mafên mirov wê esasên bingehîn ên kursê bin.

Ligel van jî, aştiya civakî, derfetên ji bo perwerdeya zarokan û sîstema tenduristiyê wê mijarên din bin.

Beşdarên kursê ji bo serfiraz bibin divê 9 ji 11 pirsên di beşa prensîbên bingehîn de rast bibersivînin.

Wezîrê flaman Somers got, pirsên wê bên kirin ne giran û tevlîhev bin û lewma jî wê bi hêsanî bikaribin bên bersivandin.

Saziya întegrasyonê  

Kursên întegrasyonê, alîkariya ji bo bidestxistina mafê welatîbûnê û ya ji bo kursên zimanê holandî ligel hin mijarên din karên vê saziyê ne.

Saziya Întegrasyonê ya Flaman ku navê wê yê fermî Het Agentschap Integratie en Inburgering (AgII) ye, di 2015’an de hate damezrandin.

Kursên întegrasyonê, alîkariya ji bo bidestxistina mafê welatîbûnê û ya ji bo kursên zimanê holandî ligel hin mijarên din karên vê saziyê ne.

Saziya Întegrasyonê ya Flaman (AgII) li pênc parêzgehên Flaman û Brukselê berpirsê karûbarên întegrasyonê ye.

Mijarên esasî yên kursên întegrasyonê yên vê saziyê derbarê xebat, jiyan, perwerde û sîstema tenduristiyê ya li Belçîkayê ye.

Herwiha, di kursê de derbarê cografya, dîrok û sîstema polîtîk a Belçîkayê de agahiyên bingehîn tên dayîn.

Hêjayî gotinê ye, herêma Flaman ji bo naskirina mafê welatîbûnê serfiraziya di kursên întegrasyonê de ferz kiriye.

Yek ji şertên ji bo bidestxistina mafê welatîbûnê heta astekê zanîna zimanê holendî ye.

——————–

Foto: Pickfair

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …