Serxwebûna Belçîkayê û makeqanûna demokratîk

Makeqanûna Belçîkayê 192 sal li dûv xwe hişt.

Bi makeqanûna 1831’an Belçîka bû dewleteke neteweyî ya bi rejîma monarşiya parlementer dihate birêvebirin.

Makeqanûn ji 139 xalan pêk dihat û ev xal di bin 8 sernivîsan de hatibûn bicîkirin.

Sernivîsa herî girîng a bi navê “Des Belges et de leurs droits” (Belçîkî û mafên wan) bû.

Belçîka yek ji welatê cîhanê ye ku xwedî makeqanûneke demokratîk e.

Makeqanûn xwe dispêre proseya Belçîkayê ya ji bo serxwebûnê ya salên 1830-31an.

Lewma jî ev belgeya hiqûqî yek ji sê makeqanûnên ewil ên cîhanê ye.

Bi tenê, makeqanûnên Amerîka û Norwecê ji ya Belçîkayê kevintir in.

Herwiha, bi naveroka xwe jî ev belge yek ji makeqanûna herî lîberal ê cîhanê ye.

Dîroka makeqanûna Belçîkayê

Belçîkaya ku heta wê demê wekî Başûrê Holandayê dihat naskirin, piştî serhildana 1830’an hate damezrandin.

Yek ji wêneyên dîrokî ku yekitiya miletên Belçîkayê ya ji bo serxwebûnê temsîl dike.

Gelê Brukselê di tebaxa heman salê de li hemberê qralê Holandayê Willem I dest bi serhildaneke çekdarî kir.

Çalakiyên gel di demeke kurt de belavî bajarên fransîaxêv ên başûrê welêt jî bû.

Artêşa holendî ku ji bo tepisandina serhildêran hatibû şandin, li gelek deveran fermana rêvebiriyê pêk neanî.

Lewma jî serhildan gihîşt armanca xwe û di cotmeha 1830’an de Hukumeta Demî ya Belçîkayê hate damezrandin.

Dewleta nû bi Peymana Londonê ya 1832an di qada navneteweyî de hate naskirin.

Çend roj piştî damezrandina hukumetê, Komîsyona Makeqanûnê kom bû û di heman mehê de pêşnûmayekê pêşkêşî hukumetê kir.

Kongreya Neteweyî ya Belçîkayê di civîna xwe ya di 7ê sibata 1831’an de makeqanûnê qebûl kir.

Makeqanûna 1831’an

Bi makeqanûna 1831’an Belçîka bû dewleteke neteweyî ya bi rejîma monarşiya parlementer dihate birêvebirin.

Makeqanûn ji 139 xalan pêk dihat û ev xal di bin 8 sernivîsan de hatibûn bicîkirin.

Sernivîsa herî girîng a bi navê “Des Belges et de leurs droits” (Belçîkî û mafên wan) bû.

Makeqanûn bi xaleke girîng erkên qanûnçêkirin, rêvebirî û darazê ji hev cuda dikir.

Di harîteyeke kevn a Holandayê de sînorên Belçîkayê. Erdên katolîk ên li başûrê welêt wekî Başûrê Holandayê dihat binavkirin.

Naveroka vê maqeqanûnê bi felsefeya lîberalîzma fransî hatibû amadekirin.

Di dewsa sembola Şoreşa Fransî de (azadî, wekhevî û biratî) de “liberté en tout et pour tous” (di her mijarê de azadî ji bo herkesî.”

Lewma jî dikare bê gotin, fikrên fîlozofên wekî Montesquie û Benjamin Constant bandorê li vê makeqanûnê kirine.

Li aliyekî din, yek ji taybetiya Makeqanûna Belçîkayê îstikrar û fleksîbîlîteya wê ye.

Ev jî dihêle hem bingehên makeqanûnê di ciyê xwe de bimîne hem jî makeqanûn herdem xwe nû bike.

Lewma jî wekheviya zayendî û azadiya çapemeniyê bi hêsanî di vê belgeyê de hatine bicîkirin.

—————-

Wêne: Şoreşa Belçîkayê (Rojên îlona 1830, Groote Markt a Brukselê- Baron Gustav)

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …